Şêniyên Sûrê: Em ê malên xwe neterikînin

Li taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê hilweşandin û rûxandina li ser navê ‘veguherîna bajêr’ dihat kirin, heta demekê navber hate dayîn. Li taxa Alîpaşa ya ku ji sedî 80’ê wê hatiye valakirin û hilweşandin, malbatên malên xwe neterikandine, sekna xwe didomînin.

Li taxa Alîpaşa ya Sûrê Amedê hilweşandin û rûxandina li ser navê ‘veguherîna bajêr’ dihat kirin, heta demekê navber hate dayîn. Li taxa Alîpaşa ya ku ji sedî 80’ê wê hatiye valakirin û hilweşandin, malbatên ku malên xwe neterikandina sekna xwe didomînin. Rayedarên TOKI’yê bi malbatên ku xaniyên xwe neterikandine re civiyan. Rayedaran diyar kirin ku heta biryara dadgehê bi encam bibe wê navberê bidin hilweşandinê lê malên ku hatine valakirin jî wê werin hilweşandin.

Hilweşandina li Taxa Alîpaşa ya ku AKP ji 23’ê Gulanê û vir ve didomîne, heta demekê hate sekinandin. Du meh in hilweşandin û rûxandin didome û li taxa Alîpaşa ji sedî 80’ê malan an hatine valakirin an jî hatine hilweşandin. Rayedarên TOKI’yê diyar kirin ku ji ber dozên ku hatine vekirin wê mal niha neyên hilweşandin û dema doz bi encam bibe wê dest bi hilweşandinê bikin.

Şêniya Taxa Alîpaşa Mûkaddes Tayyûra diyar kir ku, pêvajoya dadgehê didome û heta ku doz bi encam bibe wê malên wan neyên hilweşandin.

‘JI SEDÎ 80’Ê HATE VALAKIRIN’

Tayyûra diyar kir ku bi biryara hilweşandinê re av û cereyana wan hatibû qutkirin û got: “Di meha Remezanê de dîsa av û elektirîk dan taxê. Yên elektirîk jî ji DEDAŞ’ê hatin û diyar kirin ku ji bo ceryana qaçax divê em werin saziyê û karên fermî bikin û bibin aboneyên nû. Heta dadgeh bi encam dibe bila me mexdûr nekin. Kesên ku bi TOKI’yê re li hev kirine, malên wan hildiweşînin. Jixwe li taxê ji sedî 20 mal mane û yên din jî yan hatine valakirin û yan jî hatine hilweşandin.”

Şêniya Taxê Zekiye Tanrikûlû jî got ku ligel 2 kurên xwe yên zewicî, 3 malbat di xaniyekî de ne û em tu pereyan naxwazin. Tanrikûlû diyar kir ku, ew dixwaze li taxa xwe bimîne û got: “Ez dixwazim li vir bimirin. Bila li vê derê xaniyekî bidin min, ez tiştekî din naxwazim.”

‘XANIYÊN KU DOZ LÊ HATIBÛN VEKIRIN, HATIN HILWEŞANDIN’

Keyayê taxa Alîpaşa Behzat Sûlar jî got: “Hilweşandina taxê niha hatiye sekinandin. Malên vala hildiweşînin. Malên ku bûbûn mijara dozê, hê neketine ber çarçoveya hilweşandinê. Dibêjin ew ê li benda biryara dadgehê bin lê malên ku doza wan di meha Kewçêrê de ye jî hilweşandin. Em jî nizanin wê çi bibe.”