Şêniyên Rêya Armûşê wê 31'ê Adarê bêjin: HDP

Şêniyên Rêya Armûşê ji bo qeyûman bişînin li benda hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ne. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Rêya Armûşê gotin, gel dixwaze ji qeyûman rizgar bibe.

Rêya Armûşê navçeya navendî ya Wanê ye ku nifûsa xwe 312 hezar û 244 kes e. Li navçeyê ku 50 tax hene, di nava 5 salan de HDP di 6 hilbijartinan de (referandûm jî di nav de) bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ket. Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de HDP'ê 60 ji sedî yê dengan wergirt. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an de jî bi ser ket, lê belê Wezareta Karên Hundir a Tirk hevşaredar Aygul Bîdav û Veysel Keser ji wezîfeyê dûr xist û qeyûm li şûna wan bi cih kir.

Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Rêya Armûşê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan e ku her du jî di nava di nava têkoşîna siyasî ya Kurdan de mezin bûne. Namzetên Hevşaredariya Rêya Armûşê ji ANF'ê re qala kar û projeyên xwe kirin.

Yacan diyar kir, ew dixwazin her welatî, her kes li şaredariyê xwedî mafê gotinê be û got, "Gel dixwaze zanibe bê ji aliyê mekanîzmayeke çawa ve tê birêvebirin. Em ê vekirî bin û vê yekê jî di pratîka xwe de nîşan bidin. Em ê gel tevlî mekanîzmayên biryardayinê bikin, mekanîzmaya rêveberiyê ku rêxistinên civakî yên sivîl jî li nav bi cih dikin, bixin meriyetê."

Kûrt jî bal kişand ser barê giran ê ji ber krîza aboriyê û diyar kir, wê hewl bidin pirsgirêkên xwe bi gelê xwe re çareser bikin.

Kûrt got, "Em HDP amade ne pirsgirêkên welêt hemûyan çareser bikin... HDP partiyeke siyasî ye ku paşeroja welêt diyar dike. Lewma ewqas êrîş lê tê kirin. Em yekane partî ne ku siberojê bi gelan re amade dikin û krîz û kaosan ji holê radikin."

Şehzade Kûrt diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re meclîsên şaredariyan hatin tasfiyekirin, reveberiya şexsekî dest pê kir û got, "Rêveberiya bi tenê serê xwe ya ji navendekê teqez winda dike. Xeta me, paradîgmaya rêveberiya bi gel re dike armanca xwe."

Azîm Yacan bal kişand ser gefên Erdogan ên ji bo jinûve desteserkirina bi rêya qeyûman û got, "Ev yek nîşaneya tirsê ye. Hikumeta AKP'ê zane ku wê li Wanê di hilbijartinê de bi ser nekeve. Namzetê AKP'ê Necdet Takva jî vê tîne ziman... Qeyûm şerma vî welatî ye. Eger Tirkiye wê bi Rewşa Awarte were birêvebirin, wê demê wezîfeya me û gelê me ye ku em li ber vê rabin. Em ê qebûl nekin ku îradeya me bê desteserkirin."

Yacan diyar kir, AKP dixwaze bi van gefan çavê gel bitirsîne, nehêle ku mirov biçin ser sindoqan û wiha dewam kir: "Di meseleya bendê de digotin, 'deng nedin wan, ji xwe wê nikaribin ji bendê derbas bibin'. Niha jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşînin. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê bernedin. Gelê me jî dibêje, ji bo deqeyekê jî be em ê şaredariyên xwe bi dest bixin."

Şehzade Kûrt jî destnîşan kir ku hêrsa li dijî êrîşên li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelan wê di hilbijartinê de eşkere bibe û got, "Li Wanê em ê temamiya 14 şaredariyan bi dest bixin. Em bang li jin û ciwanên Wanê, li tevahiya gelê Wanê dikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê paşeroja gelê me eleqedar dike. Em ê bi ser bikevin."

Azîm Yacan jî diyar kir ku AKP wê li Wanê gelekî dengan winda bike û got, "17 sal in AKP'ê ji bo Wanê tiştek nekiriye. 31'ê Adarê wê AKP li Wanê bibe partiyeke tabelayê, wê tenê navê wê bimîne. Qeyûm jî wê rahêjin wê tabelayê û biçin. Ev hilbijartin gelekî girîng e. Eger AKP encama dixwaze bi dest bixe, wê Tirkiye bi qeyûman, bi Rewşa Awarte, bi biryarnameyan her bê birêvebirin."

Yacan bang li her kesî kir ku biçe ser sindoqan, dengê xwe bidin, xwedî li sindoqan derkevin û vê şensa ku 5 salan carekê tê, baş bi kar bînin.