Şêniyên Qersê dibêjin; HDP

Li Qersê kelecana HDP'ê heye. Şêniyên Qersê dibêjin, 31'ê Adarê wê dengê xwe bidin HDP'ê.

Li Qersê ku bajarekî kevnare ye, gelek gel hene. Li vî bajarî bi sedan sal in Kurd, Terekeme, Azerî, Ermenî û Laz bi hev re dijîn. Şêniyên Qersê xwe ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê amade dikin. HDP li vî bajarî gelekî bi îdîaye ku namzetên wê yên ji bo hevşaredariyê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi rengekî germ tên pêşwazîkirin. Şêniyên Qersê dibêjin, 31'ê Adarê wê Şaredariya Qersê bikeve destê HDP'ê.

'HDP ALTERNATÎFA YEKANE YE'

Serkan Dag diyar kir, li Qersê Kurd, Tirk, Çermez, Laz, Azerî di bin sîwana HDP'ê de bûne yek û anî ziman, şêniyên Qersê wê piştgiriyê bidin namzetên HDP'ê Ayhan Bîlgen u Şevîn Alaca. Dag destnîşan kir, hem li Qersê hem jî li Tirkiyeyê ji bo aştî û biratiya gelan yekane alternatîf HDP ye. Dag got, "Em bang li her kesî dikin ku deng bidin HDP'ê. Şaredariya Qersê bi salan ji aliyê CHP, AKP û MHP'ê ve hate birêvebirin, lê heta niha me ti xizmet ji wan nedîtin. Rewşa bajarê Qersê li pêş çavan e. Rê xerabûyî ne, av nîne, çop bi hefteyan nehatiye komkirin. Binesazî pirsgirêkeke mezin e, ava ji kanalîzasyonê diherike derve."

'KESÎ XIZMET JI QERSÊ RE NEKIR'

Dag anî ziman, dema ku şaredarî bixwaze tiştekî bike ji bo kirina wî tiştî jî pereyan ji wan kom dike û got, "Em ê êdî deng nedin partiyên ku heta niha xizmet ji me re nekirine. 31'ê Adarê em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ji xwe niha li Qersê kelecaneke mezin heye. Kelecana HDP'ê li her derê deng vedaye. Bêguman wê HDP 31'ê Adarê bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser bikeve."

'HDP JI BO QERSÊ ŞENSEKÎ MEZIN E'

Mûhammed Tahûrla jî diyar kir ku wê dengê xwe vê carê bidin HDP'ê û got, di nava HDP'ê de her kes xwişk-bira û hevrê ye. Tahûrla wiha dewam kir: "Heta niha hemû partiyan ev der bi rê ve birin. Tenê HDP'ê bi rê ve nebir. Di vê hilbijartinê de şensekî mezin ê HDP'ê heye. HDP ji bo vî bajarî şensekî mezin e. Em ê jî vî şensê xwe baş bi kar bînin. Heta niha ti partî li Qersê, li gelên Qersê nefikirî, lê HDP ji nava gel e, lewma em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Me ev yek li Şaredariya Îdirê dît. HDP du serdem in Şaredariya Îdirê bi rê ve dibe. Bêyî ku cihêkariyê bixe nava gelan, xizmetê bi rengekî wekhev ji her kesî re dike. Her kes li Îdirê niha ji HDP'ê razî ye. Eger HDP li vir bi ser bikeve, wê heman xizmetê li vir jî bike. Ji ber ku HDP partiya gelan e."