Şêniyên Qendîlê: Em ê li pêşî xewn û xeyalên dewleta Tirk bigirin

Şêniyên Qendîlê yên tevlî xwarina fitarê ya Şaredariya Qendîlê bûn diyar kirin ku wê axa xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêzin.

Şaredariya Qendîlê li mizgefta mezin a Qendîlê xwarina fitarê da welatiyan. Bi sedan kesî li mizgefta mezin fitara xwe kirin. Girseya gel êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Welatiyan gotin, wê axa xwe ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk biparêzin.

RIZGARIYA GELÊ KURD BI YEKÎTIYÊ DIBE

Mele Îbrahîm beriya fitarê axivî û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê Başûrê Kurdistanê ye, ew dixwaze çar parçeyên Kurdistanê dagir bike. Îbrahîm bi bîr xist, Qendîl a ku ji berê ve qada berxwedanê ye, her tim bûye hedefa faşîzmê û got, "Gelê li vê herêmê ji bo xwedî li dîrok û paşeroja xwe derkeve, divê îro jî bibe yek. Em bi hev re pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigirin. Qendîl keleha berxwedanê ya çar parçeyên Kurdistanê ye. Rizgariya gelê Kurd bi yekîtî û hevgirtinê dibe."