Şêniyên Mexmûrê bi meşekî girseyî êrişa li ser Şengalê şermezar kirin

Welatiyên Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk ya li ser nexweşxaneya Sikiniyê ya Şengalê meşek girseyî lidarxistin.

 Dewleta Tirk a dagirker îro saet 14:00’an bi balafirên şer bi koordîneya balafirên bê mirov ÎHA’yan êrişî nexweşxaneya gundê Sikiniyê ya Şengalê kir ku li gorî daxuyaniyan di encama êrişê de sivîl birîndar û şehîd bûne.

Li dijî wan êrişên dewleta Tirk Êzidiyên Şengalê û gelê Kurd li her deverê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Di vê çarçoveyê de şêniyên Mexmûrê jî îro êvarê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê kom bûn û bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ya li ser Şengalê meşek girseyî lidarxistin.

Girse li ber saziya Malbatên Şehîdan heya ber deriyê Netewên Yekbûyî meşiyan. Di meşê de çalakvanan wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK,  pankarta “Xwedî li Şengalê derkeve, Fermana 74’an erê neke” û dovîzên li ser wan hatibû nivîsandin “Şengal ne bi tenê ye”, “Tolhildan”, “Bimre îxanet”, “Teslîmiyet îxanet e”, “Bêdengî hevkarî ye” û “ Berxwedan jiyan e” hilgirtin û bi domdarî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana YBŞ’ê”, “Şehîd namirin”, “Qatil Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Tolhildan tolhildan” berz kirin.

Çalakvan li ber deriyê NY’ê rawestan û li wir daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyaniyê ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevşaredarê Mexmûrê Bedran Pîranî hate dayîn. Pîran di serî de diyar kir ku gelê Şengalê gelek caran rastî êriş û qetlîaman hatiye û got, “Herî dawî duh gelê Şengalê rastî qetlîameke din hat, di vê qetlîma duh de me fermanderekî xwe yê mezin ji dest da, lê dîsa dijminê dagirker serçete Erdogan û hevkarên wî nesekinîn û îro demjimêr 14:00’an nexweşxaneya sivîlan kirin hedef. Gelek kes ji ber vê êrîşê jiyana xwe ji dest daye, bi şeklekî hovane êriş pêk hatiye, gelek birîndar hene ku hejamra wan nayê zanîn. Ji ber wê taybet kesên ku di ber vê êrişê de berpirsiyar e, dewleta Iraqê û hikumeta herêmê ye. Ji ber ku îro eger dewleta Tirk cesaret dike û bi sedan kîlometre qut dike û êrişê welatiyên Iraqê dike, êrişê civaka Êzidî dike, diyar e ku rê li pêşiya wî hatiye vekirin û ev cesaret hatiye dayîn ku êriş bike. Ji ber vê yekê bêdengmayîna hikumetên Iraqê û herêmê tê wateya piştgirîdayîna vê êrişê.”

Pîranî di dewama axaftina xwe de destnişan kir ku gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) piştgiriyê didin gelê Şengalê û wiha pêde çû: “Em dibêjin gelê Şengalê, ji ber ku berxwedaniya we ewqas mezin e, ji ber ku rêxistinbûna we ewqas mezin e, ji ber wê dewleta Tirk a hov ji we ditirse.”

Bedran Pîranî bal kişande ser peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya li ser Şengalê hatibû kirin û ragihand; “Ew êrîşa ku li ser Şengalê çêbûyî, ne diyar e ku sibe li ser Mexmûrê jî çêbibe, ji ber wê di 9’ê Cotmehê  de peymana ku li ser Şengalê hat îmzekirin, ew misogeriya ku ev êrişên li ser Şengalê bên kirin bû. Ew peyman heman peyman bû ku îro rê li ber wan êrişan bê vekirin.”

Pîranî her wiha destnişan kir ku gelê Şengalê ne bi tenê ye û wiha domand, “Gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî wê 24 saetan ji bo Şengalê di nava çalakiyan de be. Divê gelê her çar parçeyên Kurdistanê û gelên cîhanê îro li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.”

Hevşaredar Pîranî di dawiyê de îşaret bi demarê îxanetê kir û got, “Îro demarê îxanetê mezin bûye, pêwîst e ew demarê îxanetê were qutkitin. Pêwîst e demarê wijdanê were xurtkirin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

Hevşaredara Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Rojîn Benek ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev du roj in êriş li ser Şengalê tê kirin, wan û her cûre êrişên li ser gelê Şengalê şermezar kir.

Benek piştgirya gelê Mexmûrê ya ji bo gelê Şengalê anî ziman û wiha bang kir, “Em bang li hemû Êzidiyên li Şengalê, Ewropa û hemû aliyên cîhanê, her wiha bi taybetî yên li kampên di bin serweriya PDK’ê de ne dikin ku bera xwe bidin Şengalê û xwedî li Şengalê derkevin.”

Wek gelê Mexmûrê heya dawî piştgiriya me ji bo gelê Şengalê heye, lê divê gelê Şengalê bi xwe xwedî li xwe derkeve. Ji ber ku niha gelê Şengalê êdî gihîştiye wê astê, xwe rêxistin kiriye û xwe bi rê ve dibe, tenê divê helwesta gel bi xwe bigihîne astekê ku dengê xwe bigihîne hemû cîhanê. Bi taybetî pêwîst e gelê me yên niha li kampên di bin serweriya PDK’ê de ne rabin ser pêyan û bera xwe bidin Şengalê û xwedî li wê derkevin.”

Mamoste Xelîl Kara jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê şermezar kir û got, “Ev êrişane bêçaretî û xilasbûyîna dewleta Tirk û hikumeta AKP-MHP’ê dide diyarkirin. Êdî ev kiriyarên wan ên dawî ne, ji ber ku xelkê sivîl kirine hedef.”

Kara di dewama axaftina xwe de ragihand ku dewleta Tirk li çiya li hemberî  berxwedana gerîlayên azadiyê û gelê xwedî îrade bêçare maye, lewma serî li êrişên wiha hovane dide.

Di dawiyê de Mamoste Kara anî ziman ku gelê Mexmûrê her tim li rex civaka Êzidî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Bila dijmin baş bizane ku em tu carî li hemberî wan çok nadaynin, em bi wan êrişan hê bêhtir xurt û bi hêz dibîn û wê helwest, kîn û nefreta me ya li hemberî wan êrişan zêdetir bibe.”