Şêniyên Mexmûrê Şehîd Helmet bibîr anîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hat bîranîn.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Komalên Civaka Kurdistanê (KCK) Şehîd Helmet (Diyar Xerîb), di salvegrea 3'an a şehadeta xwe de li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn.

Bîranîna ku bi dehan şêniyên wargehê tevlê bibûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Tevgera Azadiyê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku li ser jiyana têkoşînî ya Şehîd Helmet hatibû amadekirin hat temaşekirin.

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.