Şêniyên Kirmaşanê wê vê zivistanê jî li binê konan bin

Di ser erdheja mezin a Mijdara 2017'an re ku li herêma Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rû da, 11 meh derbas bûn. Lê hîn jî bi sedan di binê konan de ne.

12'ê Mijdara 2017'an li Kirmaşanê bi 7.3 pileyan erd hejiya bû û herî kêm 630 kes miribûn, 8.500 kes jî birîndar bûbûn. Ev erdhej erdheja herî dijwar a 10 salên dawî ya li Îranê bû. Zêdeyî 70 hezar kes neçar mabûn ku ji ber erdhejê cih û warê xwe biterikînin. Gelek mirov ji ber serma û seqemê piştî erdhejê mirin.

Rejîma Îranê ji bo mexdûrên erdhejê karekî cidî nekir. Tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne, hîn jî gelek mirov li derve mane.

VÊ ZIVISTANÊ JÎ WÊ LI DERVE BIN

Şaredarê bajarê Sarpolê Zahab ê Kirmaşanê Mûhamed Cemal Niya got, 30 ji sedî yê mexdûrên erdhejê hîn jî li derve ne.

Niya işaret bi rewşa mirovên bê cih û war mane kir û got, "Ji bo rijandina beton 28 roj divê. Em dibînin ku sererastkirina hemû malan bi krediyên biçûk wê demeke dirêj bidome."

Wateya vê jî ev e; bi sedan kes wê vê zivistanê jî di nava sir û seqemê de li derve bimînin.

JI BO XANIYÊ XWE ÇÊBIKIN GURÇIKÊN XWE DIFIROŞIN

Li gorî rêxistina mafên mirovan a Îranê, pirsgirêka avahiyan gelekî giran e ku li hin herêman mirov ji bo xaniyên xwe ji nû ve çêbikin neçar dimînin gurçikên xwe bifiroşin.

Serokê Meclîsa Şaredariya Sapolê Zahab roja 14'ê Îlonê ji ajansa nûçeyan a Îlna re axivî û rêveberiya Serokkomar Hasan Rûhanî rexne kir ku tiştekî nake û got, hin ji şêniyên herêmê gurçikên xwe firotine.

REJÎMA ÎRANÊ JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ ÇI KIR?

Serokê Meclîsa Şaredariyê got, "Rewşa psîkolojîk a welatiyan cihê tirs û fikaran e. Derfetên hîjyen û başkirinê kêm in. Ji bo em karê şaredariyê bikin hîn jî pere nedane me. Dixwazim Wezîrê Karên Hundir eşkere bike bê xizmeteke çawa bi bajarê Zarpolê Zahab re kiriye."

Roja 5'ê Îlonê di nûçeyeke ajansa Îrnayê de wiha dihate gotin: "Di nava malbatên ku bûne mexdûrê erdhejê de, gelek mirovên nexweş, extiyar û zarok hene ku di rewşeke zehmet de ne. Nikarin xaniyên xwe çêbikin û wê neçar bimînin ku zivistaneke din jî li binê konan bimînin."

ZAROKÊN KU JI BER SERMA Û SEQEMÊ MIRIN

Ji ber ku bersiv ji pêwîstiya mexdûran re nayê dayin, trajediyên nû rû didin. Par di medya Îranê de hatibû ragihandin ku Sarîna Zahabî ya 2 salî ya li binê kon, ji ber serma û seqemê miriye.

Parlamenter Şehab Naderî got, "Ji bilî Sarîna Zahabî, pitikekî şeş mehî jî di nav de gelek zarok ji ber şewatê û sermayê mirine."