Şêniyên Hawraman tevlî kampanya îmzeyan a li dijî dagirkeriyê bûn

Şêniyên Hawraman bi xurtî tevlî kampanya îmzeyan a bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo derxistina leşkerên Tirk a ji Başûrê Kurdistanê bûn û diyar kirin ku ew dagirkeran li ser axa xwe qebûl nakin.

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê dest pê kir, bi eleqeyeke mezin dewam dike. Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz kolan bi kolan digerin û ji bo vê armancê îmzeyan kom dikin.

Şêniyên Hawraman jî eleqeyek zêde nîşanî kampanyayê dan û diyar kirin ku ew dagirkeriya Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê qebûl nakin.

Mam Yûnûs Hawramî yê îmzeya xwe li binê kampanyayê danî diyar kir ku ew bi hezarê sal in li ser vê axê dijîn û zilm û zordarî li kesê nekiriye û got: "Ji bo wê em zordarî û dagirkeriya li ser axa me bê kirin qebûl nakin. Her cûre êrîş û zilma bê kirin jî şermezar dikin."

Dayikek ji şêniyên herêmê jî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Di êrîşên Tirkiye û Îranê de kesên feqîr û hejar ên li ser gundên xwe tên kuştin. Ji ber van êrîşan em gelek caran koçber bûne, êdî bes e. Em şer naxwazin aştî dixwazin. Dixwazin bi hev re aram bijîn."

Welatiyeke din ê Hawraman ku kampanya îmze kir got: "Em Kurdin her çi dibe em ê her Kurd bin."