Şêniyên Dûz Xûrmatûyê tevlî kampanya îmzeyan bûn

Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, kampanya îmzeyan a ciwanan bi xurtî dewam dike. Şêniyên navçeya Dûz Xûrmatûyê jî tevlî kampanyayê bûn.

Kampanyaya îmzeyê ku ji alî Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ve di çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanîn de dabû destpêkirin li seranserê Başûrê Kurdistanê didome. Ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê derbikeve kampanya duh ji alî Ciwanên Welatparêz ên Dûz Xûrmatû ve hatibû destpêkirin.

Di komkirina îmzeyan a li DûzXûrmatû, gel germahiyeke mezin nîşan da. Gelên Ereb û Turkmen jî tevlî kampanyaya îmzeyê bû. Duh di nava çend saetan de 500 îmze hate komkirin.

Ciwanan diyar kirin “Ji bo em li hemberî dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin, me dest bi komkirina îmzeyan kir.”