Şêniyên Şengalê tevî astengiyên artêşa Iraqê meşa xwe lidarxistin

Şêniyên Şengalê bi armanca şermezarkirina siyaseta têlkirin û danîna dîwar a di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê tevî astengiyan jî meşek girseyî lidar xistin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku dawî li wê siyasetê bînin.

Hewildana lêkirina diwarê di navbera sînorê Rojavayê Kurdistan û Şengalê de berewam dike. Li kêleka wê rexmê nerazîbunên pêkhateyên Şengalê artêşa hikumeta Kazimî li deştên herêma Ereban ya nêzî sînor 10 baregehên xwe zêde kirine. Şêniyên Şengalê ji bo nerazîbunên xwe li bermberî vî dîwarî nîşan bidin, tevî zext û astengiyên artêşa Îraqê meşiyan û diyar kirin ku ev dîwar plana dewleta Tirk û hevakrên wê ye.

Tevahî pêkhateyên Şengalê li dijî çêkirian diwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de li ser lingane. Bi armanca şermezarkirina vê siyasetê şêniyên Şengalê dixwestin ji Seytereya Zîrae ya Navçeya Sinûnê heya Seytereya Tirbika ya artêşa Iraqê meşek li darxistiban.

Rexmê ku rayedarên Iraqî ji bo meşê hatibûn agahdarkirin jî, lê careke din hikumeta Kazimî ji bo gel bertekên xwe nîşan nedin bi sedan  leşkerên xwe swqî Sinûnê kirin, lê gel li wan zextan guhdarî nekirin û  meşa xwe dewam kirin.

Di meşê de pankartên “Em dîwarê di navbera Şengal û Rojava de nahêlin bê lêkirin” û “Bese ji zimandirêjiya PDK û dewleta Tirk re” û her wiha bê navaber dirûşmeyên “Şengal azad e, bila xayîn derkevin” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin. Meşa gel heya Seytereya Tirbika ya Artêşa Iraqê berdewam kir. Li vir li ser navê pêkhateyên Şengalê daxuyaniyek ji aliyê Semîr Derwêş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de banga rawastandina çêkirin dîwar hate kirin û wiha hat gotin: “Em dibînin ev pêngava çêkirina dîwar ku ji aliyê Iraqê ve tê meşandin pêngavekî siyasî ye. Ev kar ji hêla hin aliyan ve tê destekkirin ku naxwazin li Şengalê aramî pêk were û dixwazin her tim li herêmê alozî hebin. Ev dîwar bi desteka aliyên ku bûne sedema komkujiya Êzdiyan û bûn sedem ku bi hezaran keç û jinên me bên firotin ve tê çêkirin. Partiyên navxweyî ewên ku di piroseya jenosîdkirina Şengalê de pişka herî mezin hebûye, em dikarin ji her kesekî re bidin diyarkirin ku ew partî, heta niha bi awayên cuda cuda  planên qirkirina Êzdiyan didin meşandin. Yek ji van planan jî ewe ku dixwazin navbera me û Rojava bigirin, her wiha bi qasî 5 km dûrê sînor bi têlê navbera me û Eraban jî bigirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de pêkhateyan bal kişandin li ser rizgarkirian Şengalê ya ji aliyê gerilayên HPG û YJA Star û wiha hate gotin: “Her kes dizane yên ku Şengal û sînorê Iraqê jî di nav de ku nihe dixwazin  bi têl û dîwaran bigirin, ê parastin Yekîneyên Berxwedana Jin (YPJ), gerîla, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên YBŞ û YJŞ bûn.  Bi çêkirina dîwar re dixwazin têkiliyên me yên bi birayên me yên Ereb û pêkhateyên din re qut bikin. Ev jî em baş dizanin plana dewleta Tirk û hevkarên wê ye.”

Herî dawî bi van hevokan bag hate kirin: “Bi vê daxuyaniyê re em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bersivê bidin kiryarên bi vî rengî yên kêyfî ku dewleta Tirk û aliyên girêdayî wê li ser Şengalê dimeşînin. Em dibînin ku ev qefesa ku li dora gel hatiye çêkirin, bi hemû awayî li dijî îradeya gel e. Her wiha di vê pêvajoyê de em dibînin ku qîmetê nadin xwîna şehîdên ji bo Şengalê canê xwe feda kirine. Ji ber vê yekê divê hikûmeta Iraqê demildest destwerdanê bike û proseya berdewamî û temamkirina dorpêçê bi dawî bîne.”

‘ÇİMA EV DÎWAR TENÊ Lİ SER SÎNORÊ ŞENGALÊ HATİYE DANÎN’

Em dibînin ku ev têlkirin gelek siyasetên qirêj ên ku li dijî gel û pêkhateyên Şengalê tên meşandin dinuximîne. Hikûmet îdia dike û hewl dide gel razî bike ku avakirina dîwarê şermê ji bo parastina herêmê ji êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ye. Em dibin şahidê êrişên DAÎŞê yên li ser Mûsil, Kerkûk û hinek deverên din. Wek tê xwestin hekûmet rê li ber van êrîşan negirtiya. Lê Ev dîwar berdewamiya  Peyîmana 9’ê Cotemehê ya di navabera PDK’ê, dewleta Trik û Îraqê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de 4 xalên daxwaziyên pêkhateyên Şengalê hatin xwendin û radestî rayedarên artêşa Îraqê kirin.

Xwstekên pêkhateyên Şengalê wiha ne;

1- Em bang li raya giştî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku li hemberî van planên ku tên meşandin bêdeng nebin û rê nedin karekî ku nakeve xizmeta pêkhateyên herêmê.

 2- Divê NY û rêxistinên mafên mirovan mudaxeleyî van binpêkirinan bikin.

 3- Em daxwaza rawestandina çêkirin û rûxandina vî dîwrî dikin.

 4- Daxwaza me ewe ku Şengal xweser be û di heman demê de ser bi hikûmeta navendî be û em naxwazin partiyên siyasî li gor berjewendiyên xwe yên hizbî me kontrol bikin.

Jina bi navê Sêvê Meto jî nêrînên xwe anîn ziman û got ku ew weke pêkhateyên Şengalê wê tu caran rê nedin planên qirêj û wiha got: “Ew dixwazin me heps bikin, ew dixwazin ku em ji Rojava qut bibin. Ew dibêjin ji bo parastinê ye, lê ev ne raste. Ew ji bo me bêxin xefikê wiha dikin, divê gelê em tev rabe ser piyan û nepejirîne.”

Meş bi dirûşmeyên “Bêjî Serok Apo” û “Bimre îxanet” bi dawî bû.