Şengaliyan li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li hikumeta Iraqê kir

Şengaliyan diyar kirin, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê tê wateya desteka ji bo êrîşan û bang li hikumeta Iraqê kirin ku serweriya welatê xwe biparêze.

Gelê Şengalê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û axa Iraqê dan û gotin, bêdengiya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê tê wateya desteka ji bo êrîşan.

Ciwanê bi navê Serxwebûn Bêrîtan got, "Em tenê di nasnameyê de Iraqî tên dîtin, wekî din mafekî me li Iraqê nîne. Eger mafê me li Iraqê hebe, wê Iraqn li dijî êrîşên li ser xaka xwe bi taybetî jî li dijî Şengalê bêdeng nemîne. Em dibînin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Iraqê bi agahdariya hikumeta Iraqê ye. Naxwe li hemberî van êrîşan bêdeng nediman. Rêveberiya Iraqê heta niha li dijî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî nedaye."

Serxwebûn Bêrîtan bi bîr xist ku piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hikumeta Iraqê xwest koorîdora însanî ya navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê bigire û got, armanca dagirkeran ji van planan, tinekirina ola Êzidiyan e, lê wê bi ser nekevin.

Serxwebûn Bêrîtan got, "Ji bilî hêzên YBŞ, YJŞ û artêşa Iraqê kes li vir nîne. Van hêzan li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Dewleta Tirk jî dixwaze tola DAÎŞ'ê hilîne û bi hinceta PKK'ê gelê Şengalê û zarokên Êzîdxanê dike hedef."

'BÊDENGÎ TÊ WATEYA DESTEKA JI BO ÊRÎŞAN'

Yesra Îbrahîm jî bi bîr xist, tevî ku ew welatiyên Iraqê ne dewleta Tirk bi hêsanî dikare bi hêsanî li ser xaka Iraqê bi balafiran wan bikuje û got, "Neteweyên Yekbûyî ti helwest nîşan neda. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî van kiryaran tê wateya desteka ji bo êrîşan."

Yesra Îbrahîm bal kişand ser ferman û komkujiyên li wan hatine kirin û got, "Hikumeta Iraqê tevî ewqas ferman û komkujiyên li dijî Êzidiyan bêdeng e. Ji aliyê din, Erdogan bi hêza xwe hemû êrîşî mirovan dike, lê rêxistinên mafên mirovan jî bêdeng in. Em ji rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku sînorekê deynin ber van êrîşên li ser Rojava û Şengalê."

Yesra Îbrahîm got, "Hin kesên li Iraqê li ser ragihandinê dibêjin ku wan ji hikumeta Tirkiyeyê xwestine ku bombeyan li Şengalê bibarîne. Divê mirovên bi vî rengî ji aliyê Iraqê ve werin darizandin.