Şengalî: Zarokên me xaka me diparêzin

"Heta dawiya jiyana xwe em ê li ser axa xwe bin, dev ji axa xwe bernedin. Dewleta Tirk dixwaze me tine bike, em xelkê Şengalê bi xwe û zarokên xwe em ê Şengalê biparêzin."

Di şeva 15 Hezîranê de saet 00:05 dewleta Tirk bi hevdemî Şengal û Kampa Penaberan ya Mexmûr Rûstem Cûdî û qadên gerîla bi balafirên şer bombe kirin. Êrişê nêzî 40 deqeyan dewam kir. Di bombardûmanê de ya li Şengalê 4 endamên YBŞ'ê birîndar bûn.

Malbatên birîndaran nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û destnîşan kirin ku yên birîndar bûne zaorkên vê xakê ne.

Nayif Elyas ku birayê endamê YBŞ Hadî Elyas ye, ku di encame êrîşên dewleta Tirk birîndar bû ji ANF'ê re axivî û got, "Ez bi xwe xelkê Şengalê me, Hadî jî birayê min e. Em li mala xwe ne, em li ser xaka xwe ne, lê dewleta Tirk êrişî me dike. Li şivanan dide, li rezvanan dide, li dikandaran dide."

Nayif Elyas diyar ku êriş ji bo pêşîgirtina vegera Şengaliyan tên kirin û got, "Hemû dinya zane ku ji ber ol û baweriya me êrişî me dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Nayif Elyas got, "Em bi xwe Êzidî ne, li ser xaka xwe ne. Em parastina xaka xwe dikin. YBŞ, Asayîş ên me ne. Dewleta Tirk ji bo pêşî li vegera Şengaliyan bigire bi zanebûn êriş dike. Hikumeta Iraqê jî li ber êrişan ranaweste."

Bişar Elyas bavê Xalid e ku tevî 3 hevalên xwe birîndar bû. Elyas got, "Kurê min ji bo axa xwe, azadiya gelê xwe têdikoşe. Têkoşîna me ji bo axa me ye. Em dev ji axa xwe bernadin. Em li ser axa xwe ne û zarokên me axa xwe diparêzin. Her kes zane ku PKK li Şengalê nîne, hemû zarokên me ne. Heta dawiya jiyana xwe em ê li ser axa xwe bin, dev ji axa xwe bernedin. Dewleta Tirk dixwaze me tine bike, em xelkê Şengalê bi xwe û zarokên xwe em ê Şengalê biparêzin."