'Şengal a xweser bi kêrî Iraqê tê'

Berpirsyarê Projeyan a Rêveberiyê ya Mûsilê Faris Cuweycatî bi bîr xist ku xala 125'an a Destûra Bingehîn a Iraqê rê dide xwerêveberiya Şengalê û got, "Xelkê Şengalê ji her kesî baştir zane ku çareseriya ji bo wan çi ye. Xweserî mafê civaka Êzidî ye."

Piştî ku civaka Êzidî ji aliyê gerîla û şervanên azadiya Kurdistanê ve ji qirkirinê hat rizgarkirin û Şengal ji dest çeteyên DAÎŞ’ê hat xilaskirin, li Şengalê rêveberiya xweser hat îlankirin. Piştî ku hêzên PDK’ê ew radestî DAÎŞ’ê kirin, civaka Êzidî fêm kir ku tenê bi xwe dikarin parastina navçeya xwe bikin.

Lê ev xweseriya Şengalê hîn jî di bin gefan de ye. Bi serkêşiya PDK û dewleta Tirk hewldanên ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê jî dewam dikin. Herî dawî di navbera PDK û hikumeta Kazimî de peymanek hat çêkirin, lê ji ber hêz û vîna xelkê Şengalê plana PDK, Kazimî û Tirkiyeyê bi ser neket. Êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên hikumeta Kazimî li ser hebûna Rêveberiya Xweser a Şengalê didomin.

Ji bo parêzgeha Mûsilê bibe xwedî rêveberiyeke herêmî, projeyek pêşkêşî Parlamenta Iraqê hate kirin. Li gorî vê projeyê, bajarê Mûsilê wê bibe paytexta vê herêmê û navçeyên wê jî ku Şengal yek ji wan e, wê bibin parêzgarên xweser di çarçoveya vê herêmê de. Pêşkêşkarê vê projeyê, proje bi qanûnî û destûrî pênase kir.

Parêzgeha Mûsilê parêzgeheke ku hemû netewe û bîr û bawerî û ayînên cuda yên Iraqê di nava xwe de dihewîne.

Berpirsê Rêxistina Belgenameya Wefadarî ya Rewşenbîrî ji bo Pêşxistin a Avakirinê Faris Cuweycatî ku xwediyê projeya navborî ye, têkildarî projeya xwe û bandora rêveberiya xweser a di çareserkirina pirsgirêkên pêkhateyên Mûsilê de ji ANF’ê re axivî.

‘JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN PÊKHATEYAN PÊWÎSTIYA ME BI RÊVEBERIYA XWESER HEYE’

Faris Cuweycatî bal kişande ser armanca projeyê û got, "Ji bo xizmetkirina ji berjewendî û serweriya Iraqê re, di heman demê de ji bo bihêzkirina parêzgeha Mûsilê û çareseriya pirsgirêkên pêkhateya Êzidî jî di nav de hemû pêkhateyên cuda yên Mûsilê me pêwîstî pê dît ku projeya Herêma Rêveberiya Mûsilê pêşkêş bikin."

‘PROJE JI ALIYÊ PARLAMENTA IRAQÊ VE HATIYE ERÊKIRIN’

Cuweycatî têkildarî yasayîbûna vê projeyê di destûra Iraqê de got, “Projeya wek herêm avakirina parêzgeha Mûsilê li gorî destûr daxwazeke yasayî ye û li gorî yasaya hejmar 13 ji aliyê parlamenta Iraqê ve sala 2008’an hatiye erêkirin. Em ê hewldanên xwe yên ji bo bicîhanîna projeya wek herêm lêkirina Mûsilê bidomînin."

‘XWESERIYA ŞENGALÊ RÊYA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN E’

Cuweycatî îşaret bi girîngiya xweseriya Şengalê û civaka Êzidî li herêma Mûsilê kir û wiha pêde çû; “Di çarçoveya cîhana siyasî ya Meclîsa Herêma Rêveber a Mûsilê de em di wê baweriyê de ne ku mafê zarokên Şengalê ye ku navçeya wan bibe parêzgayeke xweser a girêdayî herêma Mûsilê. Wek parêzgeh avakirina Şengalê çareseriya herî baş a di çarçoveya yasa û destûra Iraqê de ye, ji bo pirsgirêkên Şengal û navçeyên din ên Mûsilê.”

‘LI GORÎ MADEYÊN DESTÛRÎ ŞENGAL DIKARE DI RÊVEBIRINA XWE DE XWESER BE’

Berpirsê Rêxistina Belgenameya Wefadarî ya Rewşenbîrî ji Bo Pêşxistin a Avakirinê Faris Cuweycatî di dawiya axaftinên xwe de li gorî destûra Iraqê wiha behsa mafê Êzidiyan ê ji bo rêvebirina navçeya xwe kir; “Madeya 125 a destûra Iraqê rê dide ku Şengal bikare bi şêweyekî xweser xwe rêve bibe. Nabe ku li Iraqê ji bo çareseriya pirsgirêkan vegerin paş û xelkê Şengalê bi xwe baştir berjewendî û çarenûsa xwe dizanin. Rêveberiyeke xweser ji bo Şengalê di berjewendiya civaka Êzidî de ye û mafê wan e ku bi xwe navçeya xwe rêve bibin. Lê ev rêveberî di çarçoveya yasa û destûra Iraqê de be. Her wiha ev xwerêveberî di çarçoveya peymannameya projeya wek herêm avakirina rêveberiya Mûsilê de be.”