Şeker: Divê demildest parêzer, wasîs û malbat karibin biçin Îmraliyê

Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker destnîşan kir ku cihê tecrîdê di nava hiqûqê de nîne û got, "Raya giştî tenduristiya Birêz Ocalan meraq dike û ji vê rewşê bi fikar e. Divê demildest parêzer, wasîs û malbat karibin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dîlgirtî ye, 22 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê hiştin. Girtiyên siyasî, ji bo kişandina tecrîda li Îmraliyê û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.

Piştî 11 mehan di 25'ê Adarê de Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi kekê xwe Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan re axivî. Lê piştî 4 deqiqeyan axaftina telefonê qut kirin û carek din destûr nedan ku bi telefonê biaxive.

Hevserokê Giştî yê Komeleye Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker der barê tecrîdê, qutkirina telefonê, çalakiya greva birçîbûnê û daxwazên girtiyan axivî.

'LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNÊN TAYBET TÊN MEŞANDIN'

Şeker anî ziman ku 22 sal in Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin û wiha axivî: "Birêz Ocalan piştî bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê li girtîgehek taybet bi cih kirin û ji wê rojê û vir ve tecrîdek giran tê meşandin. Mirov dikare bibêje, Birêz Ocalan weke dîlekî tê girtin. Bi pêkanînên li Îmraliyê tê xuyakirin ku ew ne weke girtiyên din e. Hiqûq ji bo kesan nayê guhertin û divê hemû girtî jî mafên xwe yên rewa par bigrin. Di vî alî de jî çendîn caran daxuyaniyên CPT, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê çêbûn û bang kirin. Li ser serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî  CPT destnîşan kir, 'Li Îmraliyê maf tên binpêkirin û kesên li wir tên girtin di bin tecrîdê de ne'. Dîsan CPT destnîşan kirîbû ku 'Kes heta dawiya jiyana xwe nikare li girtîgehê bimîne û divê hêviyên azadbûnê timî hebe'. Li gel her tiştî jî 22 sal in li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin."

'DEWLETÊ BI OCALAN RE WEKE RÊBERÊ GELAN HEVDÎTIN KIR'

Şeker destnîşan kir ku tecrîd timî di rojeva gelên Kurdisanê û hêzên demokratîk de ye û wiha pê de çû: "Ji ber ku pêkanînê li dij hiqûqî û der mirovatî diqewimin. Di 27’ê Mijdara 2020’an de ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan were şikandin û binpêkirinên li girtîgehan girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê. Ji ber ku Birêz Ocalan kesekî ji rêzê nîne. Bi milyonan kes Birêz Ocalan Rêberê xwe dibîne. Dem deman nêzîkatiyên dewletê jî di vî alî de çêbûne û weke Rêberê Gelan nêzî Birêz Ocalan dibin û bi hev re rûniştine. Di pêvajoya çareseriyê de jî ji bo pirsgirêka Kurd were çareserkirin dewlet weke Rêberê Gelê Kurd bi Birêz Ocalan re rûnişt. Dema rewş wiha be û der barê kesek wiha girîng de nûçeyên derew derdikevin jî weke niyetek baş nîne. Ev provokasyon e. Her çiqas Serdozgeriya Dewletê ya Bûrsayê jî der barê mijarê de daxuyanî da û ev nûçe derewand jî lê ev têr nake û divê rojek berî rojekê hevdîtin ligel Birêz Ocalan bê çêkirin. Ji dema grevên birçîbûnê yên di sala 2018 û 2019 de tenê 5 hevdîtin ligel Birêz Ocalan çêbûn û piştî wî jî tecrîdek mutlak destpê kir. Divê demildest hevdîtin bi Birêz Ocalan re were kirin û parvekirinên provakatîf werin pûçkirin."

'TECRÎD PEYAMEKE SIYASÎ YE'

Şeker da zanîn ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin peyamekî siyasî ye û wiha dom kir: "Dewlet dixwaze têkiliya Birêz Ocalan bi dinyayê û civakê re qut bike. Telefona dawî jî ku piştî 11 mehan di 25'ê Adarê de Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Birêz Ocalan re axivî jî tê vê wateyê. Axaftina telefonê 4 deqiqeyan dewam kir û telefon qut kirin. Gelek bi gumane ku dema ku Birêz Ocalan balê dikêşe li ser bêhiqûqiya dewletê û fikarên xwe tîne ziman û dixwaze bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bîne, divê kiliyê de telefon hate qutkirin. Di vir de jî mirov dibîne ku Birêz Ocalan weke dîlek siyasî tê girtin û dixwazin têkiliya wî bi dinyayê re qut bike."

'DEWLET DIXWAZE TECRÎDÊ REWA BIKE'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi rêya telefonê de, diyar kiribû ku hevdîtineke bi vî rengî bêhiqûqîtî ye, heger hevdîtin çêbibe divê li Îmraliyê çêbibe û dixwaze hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker jî ev nirxand û wiha got: "Dema ku di çarçoveya hiqûqê de binirxînim, di gelek aliyan de mirov dikare binirxîne. Me hemûyan ji gotin û nirxandinên Birêz Ocalan yên demkî dît û nirxandinên pêşeroj dîtinê bûn. Gelek aliyên cuda yên van gotinên dawî jî hene, aliyên siyasî û hiqûqî jî hene. Dewlet dixwaze tecrîdê rewa bike û bi vê telefonê gotinên tecrîd heye ji holê rake. Birêz Ocalan vê yekê dibîne û ji bo vê jî ev gotin bilêv kirine. Bi salane parêzer, malbat û wasîs nikarin li gel Birêz Ocalan hevdîtinê pêk bînin. Bi vê yekê dewlet dixwaze ji raya giştî re bibêje vaye ti tecrîd tineye û dikare bi telefonê biaxive. Cihê vê di hiqûqê de tineye û tecrîda mutlak dewam dike. Raya giştî tenduristiya Birêz Ocalan mereq dike û ji vê rewşê bi fikar e. Divê demildest parêzer, wasîs û malbat bikare bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike."

'DAXWAZÊN GIRTIYAN'

Şeker bal kişand li ser çalakiyên grevên birçîbûnê jî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Weke hiqûqnas di vê pêvajoyê de çalakiyên grevên birçîbûnê em guncaw nabînin. Weke sazî û dezgehên hiqûqê em ligel tenduristiya girtiyane û tiştên zirerê didin tenduristiyê wan em guncaw nabînin. Ji bo ku zirer negihêje giyanê ti girtiyan tişta ji destê me were em ê bikin.  Êdî baweriya girtiyan bi hiqûqê nayê. Girtiyan li dijî vê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtî dixwazin qanûn bên bi cihanîn, mafên wan bên dayîn û pêkanînên keyfî bi dawî bibin. Dixwazin dewlet van daxwazên wan bi cih bînin. Ev ne tenê berpirsiyartiya girtiyên di greva birçîbûnê dene, di heman demê de ev berpirsiyartiya me hemûyane. Berpirsyariya hemû civakê ye. Îro her kes dixwaza hiqûqa demokratîk li Tirkiyeyê bê bicihanîn. Divê em hemû vê berpirsiyartiya xwe bi cih bînin."