Şehît Dilgeş Zîlan: Gerîla di dîroka şer de serdemeke nû da destpêkirin

Gerîlayê HPG'ê Ferhat Akdenîz (Dilgeş Zîlan Gûzereş) ê ku şehîd bû, di hevpeyvîneke xwe de diyar kiribû ku hêzên gerîla di şerê tunelan de îradeyeke mezin nîşan didin û di dîroka şer de rûpeleke nû afirandine.

Gerîlayê HPG'ê Ferhat Akdenîz (Dilgeş Zîlan Gûzereş) beriya şehîd bikeve di hevpeyvÎneke xwe de ragihandibû ku gerîla bi îradeyeke awarte şer dikin û li ser berxwedana li tunelên şer axivî bû.

Şehîd Dilgeş Zîlan gotibû, "Aliyek tenê bi keleş û bombeyên destan şer dike, aliyê din jî teknîkê hemû û çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi rêya aspîratoran gazê berdidin hundir. Bi tonan bombeyan li deriyên tunelan dibarînin. Ev herdu rewş di heman astê de nikare bêne nirxandin. Ya yekemîn, ev berxwedan di asteke gelekî bilind de ye. Berxwedaneke gelekî cidî û berfireh e. Mînak, em berxwedana li girtîgehan bi zilma Esat Oktay Yildiran şîrove dikin. Bi rêbazên êşkenceyê yên gelekî mezin şîrove dikin. Ji bo karibin nîşan bidin ku berxwedana li wê derê çiqasî girîng e em qala wê zilmê dikin. Dema ku we şîrove kir, jibîr nekin ku çiqas gazên kîmyewî, gazên bi aspîrator berdidin, her cûre bombe têne teqandin. Yanî li ser tunelên şer her rê û rêbaz têne ceribandin. Tevî vê jî hevalên li wê derê şer dikin. Ev yek îradeyeke mezin e. PKK û kadroyên PKK'ê xwedî îradeyeke gelekî cidî ıye. Lê belê îradeya hevalên li vê derê di asteke pir cuda de ye."

'KESÎ MÎNA PKK'Ê ŞER NEKIR'

Dilgeş Zîlan ragihandibû ku teknolojiya pêşketî ya dijmin bi îradeyeke awarte ya mirovan hate têkbirin û gotibû, "Bi şerê tunelan re serweriya wan a teknolojiyê hate rawestandin. Dijmin jî rewşa xwe analîz dike. Armanca wan ew bû ku di nava çend mehan de biqedînin, lê belê berxwedanê armanca wan têk bir. Mînak, li Zendûrayê 80 rojan berxwedaneke mezin hate nîşandan. Hesabên dijmin têk çûn. Eşkere bû ku bi vê îradeyê li hemberî wan dikare bê rawestandin. Ev şerê me jî ji bo nifşê nû mînak e. Mînakeke nû ye.

Mahîr Atakan gotibû, 'Ne Spartakus mîna me jiya, ne jî Che Gûevara mîna me şer kir', ev gotin ji bo nîşandana rewşê têrê dike. Bi rastî jî kesî mîna me şer nekir û li ber xwe neda. Ji ber vê yekê ji nifşên nû re mînak e. Heta niha şerê mezin qewimîn. Lê belê asta vî şerî nayê pîvandin. Asta şerê me nayê pîvandin. Şerê me destpêka serdemeke nû ye. Divê bi vî rengî bê şîrovekirin. Li hemberî teknîka pêşketî şerekî çawa hate kirin, serketineke çawa hate bidestxistin, divê bi vî rengî bê şîrovekirin.

Hêzek nîne ku li hemberî me karibe bisekine. Di kalîteya tevgera me de hêzek nîne. Eger mirov ji aliyê mirovî û fedakariyê ve bipîvin, hingî kes mîna hevalên me nîne. Hem di mijara bawerî, îdeolojîk hem jî di parastinê û teknîkî de kes mîna gerîla nîne. Hin mirov hene ku di şer de bi teknîkê zane, bi huner e lê belê ruh bi wan re nîne. Di pirsgirêkekê de yekser dikeve, têk diçe. Lê belê gerîlayên PKK'ê xwedî sekneke bawerî û îdeolojîk in."