Şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn

33 kesên ku di Qetlîama Pirsûsê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama ‘Şoreşa Rojava li ser xwe ye’ hate dayîn.

Di 20’ê Tîrmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê qetlîamek kiribû  û di encamê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Ciwanên hatine qetilkirin li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm bi pêşengtiya Platforma Edalet ji bo Pirsûsê hate lidarxistin û Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê, Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Rihayê, Hewldana 78’an a Rihayê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê û gelek welatî jî beşdarî merasîmê bûn. 

Girseya ku li Rêxistina HDP’a Pirsûsê hatiye ba hev, bi pankarta Kurdî û Tirkî ya “Di sala 7’an de edalet ji bo Pirsûsê û ji bo her kesî” ber bi Navenda Çandê ya Amarayê ve meşiyan. Di dema meşê de ji bo protestokirinê jî beşdaran çepik lê xistin. Girseyê gul danîn cihê komkujiyê û dirûşma “Şehîdên Pirsûsê nemirin” berz kirin. Her wiha beşdaran wêneyên 33 ciwanên hatine qetilkirin bilind kirin.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî endama Desteya Rêveber a Navendî ya SGDF’ê  Tanya Kara axivî. Kara, da zanîn ku di roja komkujiyê de li Pirsûsê bû û wiha got: “7 sal berê em li vî baxçeyî qetil kirin. Ev bombe bi mebesta tunekirina biratiya gelan û têkoşîna hevpar hate teqandin. Lê wekî me her carê got; hûn bi ser nekevin. Şoreşa me ya Rojava ku li Rojhilata Navîn mîna royê dibiriqe û encama fedaîtiyeke mezin e, wê heta dawiyê mîna royê bijî. 33 rêwiyên me xwestin ji bo vê şoreşê bibin piştevan. Di sala 10’an de jî şoreşa me hêj li ser pêyan e û ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe hêvî.” 

Piştre jî endamê Desteya Rêveber a Navendî ESP’ê Soner Çîçek axivî û got ku bi vê komkujiyê hat xwestin ku xeyalên 33 ciwanan nîvco bihêlin. Çîçek, destnîşan kir ku ew 33 ciwanan weke “rêwiyên hêviyê” pênase dikin û wiha pê de çû: “Xeyala wan ew bû ku ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê li ber wan qedera xwe girtibûn nava lepên xwe bibin pirek. Dixwestin Şoreşa Rojava mezin bikin. Ji bo avakirina bajarekî rûxiyayî li vir hatin ba hev. Lê tehemûla vê nekirin.” 

HEMÛ KESÊN TILIYA WAN DI VÊ QETLÎAMÊ DE HEYE WÊ HESAB BIDIN

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku dê heta dawiyê vê komkujiyê bi bîr bînin û ev tişt anî ziman: “Her kesê tiliya wan di vê komkujiyê de heye dê hesabê bidin.” Parlamenter Omer Ocalan jî diyar kir ku mirin, komkujî, girtin û sirgûnan hêjayî kesên mil didin milê hev û têkoşîna jiyanê didin dibînin. 

Piştî axaftin û dirûşman, daxuyanî bi dawî bû. Girseyê xwest biçe goristana li Pirsûsê û kesên gorên wan li Pirsûsê ne bi merasîmekê bi bîr bînin. Lê belê daxwaza serdana goristanê bi hinceta “Ev der perestgeh e û li vir çalakî nabe” hate astengkirin. Girseyê jî bertek nîşanî astengkirinê da û li pêşiya goristanê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşan da: “Bi van astengkirin û zilmê wê tu tiştekî bi dest nexin. Em ê xwedî li van rêhêvalên xwe derkevin ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û jiyaneke hevpar têkoşiyan. Xwedîderketina li bîranîna wan, xwedîderketina li aştî û jiyana hevpar e.” 

Piştî daxuyaniyê jî bîranîn bi dawî bû.