Şehîdên Qeladizê hatin bîranîn

Şehîd Ebûbekir Tofîq û Şehîd Rêdûr ên ji bajarokê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li cihê ku şehîd bûnî bi merasîmekê hatin bîranîn.

Di saetên êvarê de li bajaroka Qeladizê li cihê şehadeta Şehîd Ebobekir Tofîq û Şehîd Rêdur ku par di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bibûn, merasîmek bîranînê pêkhat.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axaftinek kir. Wehab Ehemd got: “Dijmin, xiyanetkar û xwefiroşên navxweyî di kesayeta her du hevalên me yên şoreşger de xwestin hestên welatparêzî û şoreşgerî li Başûrê Kurdistanê bikujin.

Çawa ku niha PDK bûye hevkar û rê nîşanê dewleta Tirk dide û ji bo berjewendiyên dijminên Kurdan bi hemû şêwazê êrîş dike ser gel û gerîla, bi heman awayî bi hevkariya xiyanetkaran di 13’ê Hezîrana 2021’an de her du hevalên me di bombebarana balefirên dewleta Tirk de tevlî karwanê şehîdan bûn.”

Di dewamê de Wehab Ehmed got: “Wek Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, em soza xwe dubare dikin ku heta tola hevalên me yên şehîd ji dagirker û xiyanetkaran neyê hildan, xewn û armancên şehîdan pêkneyînin, em ê têkoşînê berdewam bikin. Heta nefesa xwe ya dawî emê li ser rêbaza şehîdan bin.”