Şehîdên Qeladizê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Şehîdên komkujiya Qeladizê li navçeya Qeladizê ya herêma Raperînê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê şehîdên Qeladizê bi bîr anî.

Îro salvegera 44'an a komkujiya Qeladizê ye. 24'ê Nîsana 1974'an rejîma Baas navçeya Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de zêdeyî 467 welatî şehîd û birîndar bûn. Şehîdên Qeladizê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bi tevlîbûna welatî û nûnerên aliyên siyasî li Qeladizê merasîma bibîranînê hate lidarxistin. Welatî çûn goristanê û şehîdên komkujiya Qeladizê bibîranîn. Welatiyan gul û qurnefîl danîn ser gorên şehîdan.

TEVGERA AZADÎ ŞEHÎDÊN QELADIZÊ BI BÎR ANÎ

Wekî din, Desteya Serokatiyê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) daxuyaniyek nivîskî weşand û şehîdên komkujiya Qeladizê bibîranî. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên Pişder û Qeladizê her tim bûye cihê têkoşîn, niştimanperwerî û şoreşgeriya gelê Kurd. Tevgera Azadî destnîşan kir ku ji ber vê taybetmendiya herêmê, dijminên gelê Kurd her tim xwestine vî gelê leheng ji şoreş û têkoşînê vegire.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rejîma Baas ji bo îradeya xurt a gel têk bibe, di navbera salên 1988 û 1989'an de li herêmê siyaseta koçberkirinê daye meşandin û bi hezaran kes kuştin û koçber kirin. Tevgera Azadî diyar kir ku rejîmê tevî hovîtiya xwe jî nekariye îradeya gel bişikîne û wiha dewam kir: "Gelê Kurd û gelê ku hatiye koçberkirin, di Adara sala 1991’an de bi raperîna giştî re li Başûrê Kurdistanê dawî li dagirkeriya rejîma Baas anî."

'KOMKUJIYA LI EFRÎNÊ DEWAMA QELADIZÊ YE'

Têkildarî zîhniyeta qirkirinê ku li dijî Kurdan tê meşandin, di daxuyaniyê de hat gotin ku ev zîhniyet ji aliyê Tirkiyeyê ve tê domandin û wiha hate gotin; "Niha dijminên gelê Kurd bi heman aqil û şovenîzmê komkujiyan li gelê me ferz dikin. Bi taybetî dewleta Tirk a dagirker li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê gelek komkujiyan li gelê Kurd û civaka Êzidî dike. Komkujiya herî dawî jî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrîna berxwedêr e."

'EM Ê JI BO AZADÎ Û MAFÊ GELÊ KURD TÊBIKOŞIN'

Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên Qeladizê û hemû Kurdistanê hatin bibîr anîn û wiha hat gotin: "Em ê ji bo azadî, mafên gelê Kurd di têkoşîna xwe de berdewam bin. Heta dawiyê ji bo azadiya Kurdistanê û civakek azad û demokrat em ê têbikoşîn."