Şehîdên çapemeniya YJA Starê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza hatin bîranîn

Kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê û Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza hatin bîranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta kadroyên pêşeng ên çapemeniya HPG û YJA Starê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Milîtanên fedaî yên kevneşopiya çapemeniya azad, kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê û Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema bi erka xwe radibûn, di 12 û 19'ê Îlona 2022'an de di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza, ji Mazlûm Dogan heta Gûrbetellî Ersoz, ji Xelîl Dag heta Arjîn Amed, Hindistan Penaber, Alî Kanîroj, Amara Ronahî, Jiyan Amargî û Şaristan Asmînan bûn nûnerê vê demê yên kevneşopiya çapemeniya azad a li ser xeta azadiyê. Ji bo têkoşîna azadiyê ya li ser xeta fedaîtiyê li çiyayên Kurdistanê tê meşandin û şehîdên me yên ezîz ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihînin, li gel nebûna derfetan û bi zor û zehmetî, lê bi daxwazeke mezin û kedeke bilind wezîfeya xwe bi cih anîn. Hevrêyên me yên bijarte ku bi xwe jî milîtanên fedaî yên Apoyî bûn, bûn dengê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û di vê oxirê de têkoşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bûn dengvedana kevneşopiya me ya çapemeniya azad il çiyê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Koçerîn Rojîn
Nav paşnav: Leyla Tûrgût
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Şîrîn-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Avrîn Mahsûm
Nav paşnav: Bêrîvan Mûstafa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Fethiye-Recep
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Axîn Amûdê
Nav paşnav: Dilsoz Hebîb
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Newroz-Kamûran
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Roza Rênas Amed
Nav paşnav: Songul Tarinci
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rahîme-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

KOÇERÎN ROJÎN

Di demekê de ku sîstema kapîtalîst civak anîbû ber tunebûnê, partiya me PKK bi pêşengiya Rêber Apo rabû, gelê me yê ku di bin êrîşên înkar û îmhayê de dinaliya jinûve rakir ser piyan, di serî de jin û ciwan ji bo paşeroja azad a bindestan hemûyan bû hêvî. Meşa azadiyê ya dîrokî ku Rêber Apo di nava şert û mercên herî giran de li gel bêderfetiyan da destpêkirin, ji aliyê gelê me yê welatparêz ve bi ruhê vejînê hate pêşwazîkirin, gelê me ewladên xwe yên herî leheng tevlî nava refên têkoşînê kir û hêz da vê meşa pîroz. Herêma me ya Serhedê ku di dîrokê de gelek caran mêtingeran êrîşên giran bir ser û bi berxwedanê bersiv da her êrîşê, bû yek ji wan qadan ku partiya me PKK bi lez lê bi pêş ket, bû gel û bi serhildanan hate silavkirin. Ji ber ku nasnameya we ya welatparêziyê xurt e û piştgiriyeke berfireh dide Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, dewleta Tirk ad agirker gelek caran êrîş bir ser xelkê me yê Serhedê, lê ti carî li ber mêtingeran serî netewand. Dewleta Tirk a mêtinger ku nekarî pêşî li têkoşîna me ya pêşketî bigire, hewl da ku gelê me yê welatparêz bi zorê bide koçberkirin û Kurdistanê ji mirovan xalî bike. Gelê me yên neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê bike û di nava şert û mercên giran de jiyana xwe dewam kir, li gel her tiştî jî tawîz ji sekna xwe ya ji bo jiyana bi rûmet neda.

Hevrêya me Koçerîn jî li navçeya Dîgorê ya Qersê ji dayik bû. Malbata hevrêya me Koçerîn ji ber vê siyaseta qirkirinê ya dijmin neçar ma koçî Stenbolê bike û hevrêya me Koçerîn jî li vê derê mezin bû. Di nava wan şert û emrcan de ku sîstema kapîtalîst civakê tune dike, ezezetiyê ferz dike, weke jineke Kurd a ciwan sîstema heyî ya lê dihate ferzkirin qebûl nekir û kete nava lêgerînê. Di salên xwedina lîseyê de her ku felsefeya Rêber Apo nas kir, dest bi naskirina rastiya jinê ya azad kir û eleqeyeke xwe ya mezin jê re çêbû. Her ku lêgerîna xwe kûr kir, asoyê xwe jî berfireh bû û dest bi xwegihandina cewhera felsefeya jiyana nû ya PKK'ê kir. Hevrêya me beşdarî nav karên ciwanan bû û dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Tax bi tax geriya di serî de jin ji bo ciwanên Kurd zane bike û ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên bêrehm biparêze, kedeke mezin da. Hevrêya me Koçerîn bi milîtanbûyînê li metropolan pêşengî ji têkoşîna gelê me re kir, ti carî xwe têrker nedît, her tim ji xwe re kir esas ku hîn bêhtir têbikoşe. Li hemberî polîtîkayên komkujiyê yên dewletê, ji bo cewhera rastî û nasnameya Kurd û jinê biparêze, ji bo jiyaneke azad bijî di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku warê têkoşîna herî grain e û tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû.

Hevrêya me Koçerîn tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe weke jinûve bûyînê pênase kir, pîvanên bingehîn ên jin a azad di kesayetiya xwe de da rûniştandin, bû nûnereke girîng a sekna jin a azad. Li serê çiyayên Zagrosan ên bi heybet, li wî warî ku xwedawendan textê xwe lê danîn, xwe gihand gerîlayan. Li Avaşînê tevlî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bû û di heman demê de li wir dest bi pratîka destpêkê ya gerîlatiyê kir. Hevrêya me Koçerîn xwe gihand cewhera cografya mîna bihuştê ya Avaşînê û nasnameya jinê ya azad a hate windakirin. Bi dilxwziyeke mezin kêlî bi kêlî têkoşiya, bû gerîlayek ku di hembêza Zagrosan de şareza bû. Hevrêya me zanîbû ku azadî dik êliyê de pêk tê, lewma hewl da ku di her kêliyê de xwe jinûve biafirîne, ji bo xwe bi felsefeya Rêber Apo bixemilîne gelekî hewl da. Taybetmendiyên kesayetiya têkoşer û berxwedêr a Serhedê bi felsefeya mirovên azad û jiyana nû ya partiya me PKK'ê re kir yek, bû milîtan û jiayna têkoşînê ya li ser xeta serketinê ya Bêrîtan û Zîlan ji bo xwe kir armanca bingehîn. Di pava pratîkê de bi pêş ket û bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Hevrêya me piştî Avaşînê derbasî qada Zapê bû, coşa xwe ya tevlîbûnê ya roja destpêkê winda nekir, bi taybetmendiyên xwe yên zindî li her qadê li pêş bû. Ji bo karibe di qada leşkerî de şareza bibe û di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, tevlî pêvajoya perwerdeyê bû, perwerde bi rengekî serketî qedand, bû fermandar û gerîlatiya xwe bi vî rengî dewam kir. Li her qada ku lê bû, bû nûnereke xurt a xeta azadiyê ya jinê, bi têkiliyên xwe yên hevrêtiyê yên kûr û ji dil, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo qirkirina gelê me yê bindest êrîş kirin, hevrêya me Koçerîn tevî hevrêyên xwe derbsaî qadên Mexmûr û Kerkûkê bû, li vê derê wezîfeya xwe ya parastina gelê me bi serketî qedand û piştre vegeriya qadên gerîla.

Hevrêya me Koçerîn di têkoşîna xwe de xizmeta ji bo şoreşê ji xwe re kir pîvana bingehîn a jiyanê, bi hemû enerjiya xwe tevlî kar bû. Bi samîmiyet û durustiya xwe bû hevrêyeke mînak, bi rengekî xurt tevlî karên şoreşê yên stratejîk bû. Hevrêya me Koçerîn ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe gihand danheviyeke girîng, pêşketin timî ji xwe re kir esas, bi kesayetiya xwe ya têgihiştî tevkariyeke girîng li pêşketina hevrêyên xwe kir. Weke gerîlayeke xwedî tecrûbe, ji bo bersiveke baş bide wezîfeyên demê, ji bo karibe di xeta PKK û PAJ'Kê de xwe kûr bike beşdarî nava perwerdeya akademiyê. Di vê demê de kûrbûnên xurt kir. Pêvajoya perwerdeyê veguheran zemîneke welê ku kêmasiyên xwe, astengiyên li pêşiya xwe ji hoLê rake, gavên hîn bi xurtî biavêje. Xwe di felsefeya Rêber Apo de ji nû ve afirand. Hevrêya me Koçerîn ku li gelek qadan ma û xebatên hesas bi berpirsyariya şoreşgerî bi ser xist, derbasî nava Navenda Ragihandinê ya HPG'ê bû û cihê xwe di nava karên çapemeniyê de girt.

Hevrêya me ji roja ku tevlî nava karên çapemeniyê bû û pê ve ji ber tevlîbûna xwe ya ji dil, bi kar re bû yek, li çiyayên Kurdsitanê kevneşopiya çapemeniya azad bi rengekî hêja temsîl kir. Hevrêya me Koçerîn di demeke kurt de di karên çapemeniyê de şareza bû, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker mîna pêşengên xwe cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt û ji bo têkoşîna gerîla nîşan bide bêrawestan ked da. Hevrêya me Koçerîn dilsoza bîranîna şehîdên me yên nemir bû ku hêviya jinan û mirovahiyê bûn, karên têkildarî têkoşîna şehîdên me timî ji xwe re kir karê sereke, bi her karê ku dikir nirxên wan bilind kir. Hevrêya me Koçerîn her karekî di bin berpirsyariya xwe weke rêyek ber bi azadiyê dît, ji bo bersivê bide hêviya paşeroja azad a gelê me tevlîbûneke bi rengê fedaî ji xwe kir esas. Dema ku pêwîstî pê bû berê çeka xwe dida dijmin û hesab ji dagirkeran dipirsî, di dema xwe de jî berxwedana dîrokî û jiyana pîroz a gerîla bi her kêliyê qeyd dikir, digihand gelê me. Têkoşîna şehîdên çapemeniya azad dewr wergirt, bi ruhê serketinê tevlî kar bû, bi daxwaza azadiyê û hişmendiyeke kûr li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke bêhempa meşand.

Hevrêya me Koçerîn ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger li eniya şer bû û her kêliya şer dişopand, bû hevrêya fedaiyên azadiyê ku bi xwîna xwe destanên berxwedanê nivîsandin. Hevrêya me Koçerîn ku bi çek û kameraya xwe bû yek, têkoşîn û sekna jin a azad di her kêliya jiyanê de bi serketî nîşan da, ji bo xwe bigihîne armanca azadiyê ya partiya me, bêteredût bû milîtan. Hevrêya me Koçerîn piştre tevlî nava refên şehîdên me yên leheng bû ku mîrateyeke nayê jibîrkirin a têkoşînê li pey xwe hişt. Xeta şer û jiyanê ya fedaî, dilsoziya bi mîrateya şehîdan û daxwaza azadiyê ya hevrêya me Koçerîn wê di têkoşîna hevrêyên wê de dewam bike û teqez bi serketinê tacîdar bibe.

AVRÎN MAHSÛM

Gelê me ku reh berdaye kûrahiya Kurdistana qedîm a ku ji aliyê hêzên emperyalîst ve bi sînorên çêkirî hatiye parçekirin û bi hezaran sal in li ser vê xaka pîroz dijî, êrîşên herî bêrehm ên dîrokê lê hatin kirin. Gelê me ku di bin êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên dewletên dagirker li ber têkçûnê bû, bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re careke din ruh pê ve hat û di jiyana bi rûmet de bû xwedî israreke mezin. Berxwedana dîrokî ya ku bi PKK'ê destpê kir li her bihosta Kurdistanê bersiva xwe dît û gelê me yê welatparêz bi serhildanan têkoşîna me silav kir. Xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê jî bû yek ji wê civakên destpêkê ku partiya me PKK nas kir, bû yek ji navendên destpêkê yên berxwedanê ku li dora Rêber Apo mezin bû. Di têkoşîna me de her tim bû xwedî cihekî diyarker. Têkoşîna me ku bi PKK'ê zindî bû, bi berxwedaneke xurt bi pêş ket, veguherî destaneke berxwedanê ya nîv sedsalê.

Bajarê me Efrîn ku yek ji navendên berxwedanê û çanda Kurdistanî ye, bi xwezaya xwe ya mîna bihuştê û nasnameya xwe ya têkoşeriyê, di dîroka me ya berxwedanê de xwedî cihekî taybet e. Xelkê me yê Efrînê ku xwedî ruhekî kûr ê yekîtiya neteweyî ye, li dijî dagirkeran û dagirkeriyê xwedî hêrseke mezin e, bi hezaran lehengên xwe tevlî nava refên têkoşînê kir û her tim cihê xwe li refên herî pêş ên berxwedanê girt. Xelkê me yê Efrînê ku xwedî kevneşopiyeke xurt a berxwedanê ye û ji bo paşerojeke azad ji dayina berdêlan xwe neda alî, nifşekî nû yê milîtaniyê afirand ku xwedî ruhê serketinê yê PKK'ê ye û di nava kevneşopiya berxwedanê de mezin bû. Hevrêya me Avrîn jî li nava malbateke me ya hêja mezin bû ku di asta herî bilind de xwedî van hestên welatparêziyê û dilsozê kevneşopiya xwe ye. Bi çanda berxwedanê ya PKK'ê mezin bû. Hevrêya me ku ji Şêrawa ya Efrînê ye, heta 8 saliya xwe dûrî Efrînê li Helebê mezin bû. Li gel polîtîkayên înkarê û asîmîlasyonê yên rejîma Baasê malbata hevrêya me ji berxwedanê tawîz neda, lewma ji ber ku li nava malbateke bi vî rengî mezin bû, di demeke kurt de bû xwedî nasnameyeke têkoşer. Hevrêya me Avrîn ku neçar ma ji bilî zimanê xwe yê dayikê bi zimanekî din perwerdeyê bibîne, bi sîstemê re kete nava nakokiyê û ji ev yek bû sedem ku bikeve nava lêpirsînên kûr. Ji bo hevrêya me Avrîn bû sedema lêgerîn û têkoşînê ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û perwerdeyê bibîne. Piştî ku malbata welatparêz biryar da li bajarê Efrînê yê kevnar vegere, hevrêya me Avrîn gihîşt cewhera xwe, heta ku tevlî nava refên têkoşînê bibe, li Şêrawayê mezin bû ku nasnameya xwe ya rasteqîn lê dît û bi dilsoziyeke mezin pê ve hate girêdan. Ji ber ku du birayên wê li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, hevrêya me Avrîn partiya me PKK ji nêz ve nas kir û têkiliyeke xurt bi têkoşînê re danî.

Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hevrêya me Avrîn ji roja destpêkê ve tevlî nava têkoşîna gelê me bû ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi lehengî li ber xwe da. Di sala 2014'an de kekê wê Mahsûm Efrîn ku li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir û şehîd bû, çeka wî hilda û di şexsê wî de bû şopdara têkoşîna şehîdên me yên nemir. Di destekî de çek di destê din de jî bi kamera tevlî nava refên têkoşînê bû, cihê xwe di her kêliya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de girt, bû şervaneke milîtan a têkoşînê û nûçegihana şer a li eniya şer. Hevrêya me Avrîn êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ'ê, êşên gelê me, her kêliya berxwedana dîrokî ya li hemberî vê yekê qeyd kir û ji cîhanê re ragihand. Bi kêfxweşiyeke mezin şahidî jê re kir ku îdeolojiya Rêber Apo bi serketina gelê me, bi şoreşa gelê me re tacîdar bûye. Hevrêya me Avrîn ku demeke dirêj di nava karên çapemeniyê de ma û bi daxwazeke mezin ev kar kir, timî xwe bi pêş ve bir û xizmeta ji bo şoreşê û gelê me ji xwe re kir wezîfeya bingehîn. Hevrêya me ku bû milîtaneke xurt a kevneşopiya çapemeniya azad, di her karî de bû dengê gelê me û têkoşîna me.

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku bi xwîna gelê me yê Rojava, bi têkoşîna hebûnê ya di bin zilm û zexta dewletên mêtinger de hate afirandin, ji bo Kurdan û hemû bindestan hêviya azadiyê jinûve zindî kir. Mêtingerên ku li hemberî nasnameya Kurd a bi felsefeya Rêber Apo azad bû kete nava tirseke mezin, ji bo şoreşa azadiyê ya gelê me tune bike, derfetên xwe hemû seferber kir, xwest ku şoreşê, hêviya paşeroja azad a şoreşê tune bike. Dewleta Tirk a mêtinger tevî çeteyên xwe yên faşîst di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh bir ser Efrînê, li dijî hebûna gelê me nefreta xwe careke din nîşan da. Ewladên leheng ên Kurdistanê jî bi têkoşîna herî bi heybet a dîrokê bersiv dan êrîşên dagirkeriyê û Berxwedana Serdemê kirin. Hevrêya me Avrîn jî li xaka Efrîn a pîroz ku lê ji dayik bû û mezin bû, li eniya herî pêş cih girt, li dijî dagirkeran weke milîtanekê şer kir û berxwedana dîrokî kêlî bi kêlî qeyd kir. Hevrêya me Avrîn ku tevlî Berxwedana Serdemê bû, cihê xwe di nava çalakiyan de girt, çîrokên berxwedêrên bi rengekî fedaî xaka Efrînê ya pîroz diparastin ji gelê me û tevahiya cîhanê re ragihand, tevî ku birîndar bû ti carî xwe venekişand û bi fedakariyeke mezin karên çapemeniyê dewam kir. Ji ber şerê giran tevî hevrêyek xwe di nava dagirkeran de ma, 26 rojan bi îradeyeke awarte têkoşiya. Hevrêya me ku bi birîndarî ji hevrêyên xwe qut bû û nêzî mehekê li dijî dagirkeran li ber xwe da, bi operasyoneke taybet li gel hevrêyê pê re ji nava dagirkeran hate rizgarkirin. Hevrêya me Avrîn ev dema ku ji hevrêyên xwe dûr ketibû weke bûyera herî girîng a ku jiyana wê guhert pênase kir, weke jineke Kurd a berxwedêr hêviya xwe ti carî winda nekir, baweriya xwe ya ku hevrêyên wê wê bigihêjin wê her tim parast û mafdar jî bû.

Hevrêya me Avrîn ku di her kêliya berxwedana dîrokî ya Efrînê de cih girt, di jiyana xwe ya têkoşînê de bi hişmendiya azadiyê ya kûr biryar da tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me zû hînî çiyayên qedîm ên Kurdistanê û jiyana gerîla ya pîroz bû, tecrûbeya xwe bi taktîkên gerîlatiyê re kir yek û di demeke kurt de bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng. Hevrêya me Avrîn li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî pêvajoya perwerdeyê bû, li qadên leşkerî û îdeolojîk xwe kûr kir, di xeta milîtaniya pêvajoyê de tevlî bû. Di sala 2020'î de derbasî Navenda Ragihandinê ya YJA Starê bû û kevneşopiya çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya samîmî, durust û bi coş timî bû çavkaniya moralê, bi kesayetiya xwe ya pêşeng ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Avrîn di karê çapemeniyê de bi serketineke mezin jiyana şehîdên me yên nemir, jiyana gerîla ya pîroz û hevrêtî hîs kir, bi kameraya xwe nîşanî gelê me da, ji Gûrbetellî Ersoz heta Xelîl Dag, ji Arjîn Amed heta Hindistan Penaber Alî Kanîroj, Amara Ronahî û Jiyan Amargî kevneşoiya çapemeniya azad bi rengekî hêja temsîl kir. Hevrêya me di Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo de xwe kûr kir, di her kêliya jiyanê de xeta PKK û PAJK'ê bi îradeyeke xurt temsîl kir.

Ji bo berxwedana dîrokî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger tê meşandin bigihîne gelê me, bi fedakarî kar. Her tim ji bo li eniya pêş cih bigire israr kir. Hevrêya me Avrîn bi tevlîbûna xwe ya fedakar û sekna xwe ya bi wêrek mîna her hevrêyên me ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad ti carî ji fedakirina canê xwe xwe neda alî, li pişt xwe jiyaneke fedaî hişt ku hevrêyên wê ji xwe re bikin esas. Hevrêya me Avrîn ji roja ku tevlî bû û pê ve weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng di pêşvebirina çapemeniya jinê de kedeke mezin da. Têkoşîn û bîranîna hevrêya me Avrîn wê rêya me timî ronî bike.

AXÎN AMÛDÊ

Cografya Kurdistanê ya qedîm ku di serî de serdema Neolîtîkê mohra xwe li dîroka mirovahiyê xist û ji gelek şoreşan re bû dergûş, di heman demê de şahidî ji afirandina dostaniyên mezin, ziman, çandên destpêkê re kir. Xelkê me ku bi hezaran sal in cografya Kurdistanê ji xwe re kiriye war, reh berda nava kûrahiya dîrokê, li dijî zilmê bû navenda berxwedanê, bi çiyayên xwe yên rê nade mêtingeriyê bû yek û hebûna xwe parast. Gelê Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ên dîrokê ye, li nava sînorên çêkirî yên hêzên navneteweyî û dewletên herêmî yên mêtinger hate ragirtin û kirin qurbanê berjewendiyên emperyalîst. Bi parçekirina ji çar parçeyan li her parçeyî kirin hedefa êrîşên îmha, înkar û asîmîlasyonê, bi vî rengî xwestin gelê Kurd ê mezlûm ji nava dîrokê bibe. Xelkê me yê li Rojavayê Kurdistanê ku salên dûr û dirêj bû hedefa êrîşên li derveyî mirovahiyê yên rejîma Baasê, li gel êrîşan hemûyan jî bi berxwedanê hebûn, ziman û çanda xwe parast, bi partiya me PKK'ê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, ji nû ve vejiya û bi rengekî heybet jinûve derket ser dika dîrokê. Yek ji navendên me yên berxwedanê ku bi kelecan telvî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû, bajarê me Amûdê bû. Hevrêya me Axîn li Amûdê ji dayik bû, li nava malbateke me ya hêja mezin bû ku bi xurtî xwedî li nirxên Kurdistanî derdiket, hestên xwe yên welatparêziyê li pêş bû. Bi kevneşopiya berxwedanê ya xurt mezin bû.

Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi pêşengiya jinê destpê kir, jinên ku bûn xwedî hişmendiya azadiyê berê xwe dan çeperan û ji sîstema koletiyê ya hezaran salî tol hilanîn. Yek ji jinên bi bandora ruhê berxwedanê yê pêvajoya şoreşê tevlî nava refên azadiyê bû hevrêya me Axîn bû. Hevrêya me Axîn ku li zanîngehê li beşa sosyolojiyê xwend, di vê demê de felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir. Ji paradîgmaya kûr a Rêber Apo, ji analîzên wî yên sosyolojîk, ji feraseta wî ya dîrokê, ji felsefeya asoyekî nû yê jiyana azad a bi Sosyolojiya Azadiyê gelekî bi bandor bû. Hevrêya me baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez bersivê bide êşên gelê me dikişîne, lewma tevlî nava karên ciwanan ên şoreşger welatparêz bû û gava destpêkê ber bi têkoşînê ve avêt. Li nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava cihê xwe girt, di nava têkoşînê de xwe bi pêş ve bir, hêza xwe ya cewherî keşif kir. Jin a ku tune dihate hesibandin û îradeya xwe hatibû parçekirin, veguherî pêşenga şoreşa azadiyê, di têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de bi rola pêşengiyê rabû, bû xwedî hişmendiya azadiyê û vê heqîqeta Jin a Kurd a Azad gelekî bandor li hevrêya me Axîn kir, xiste nava kelecaneke mezin. Hevrêya me Axîn pêvajoya şoreşê weke rêya rizgariya ji sîstema zayendîperest û xwegihandina jiyana azad dît û sala 2015'an dest bi rêwîtiya jin a azad kir. Di vê demê de mamostetiya Kurdî kir, zimanê dayikê hînî nifşê nû yê ciwanan kir, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re xwe ji nû ve afirand, timî dixwest xwe bigihîne çiyayên qedîm ên Kurdistanê ku weke navenda têkoşînê didît. Di sala 2017'an de ev armanca xwe pêk anî û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêya me Axîn ku bi kesayeta xwe ya jidil û dilpak di demeke kin de ji aliyê her kesî ve hate hezkirin, li her cihê ku diçû bîranînek kûr dihêşt. Hevrêya me Axîn ku van taybetmendiyan di xebatên xwe yên çapemeniyê de jî nîşan da, bi têkiliyên hevrêtiyê ku ava kiriye ji her kesî re bûye hevrêyek mînak. Ji ber ku her tim dixwend, lêkolîn dikir û lêhûrbûnên wê hebû zû pêş ket û gihêşt asta pêşengiyê. Şehadeta mamê wê Xurşîd (Ehmed Hebîb) di sala 1992'an de hişt ku hevrêyê me Axîn bi xeta şehîdan a PKK'ê re têkiliyên xurt deyne û tevlîbûneke bê hempa di xeta şehîdan de pêk bîne. Hevrêya me bi perwerdehiya ku li akademiyên Apollo dîtiye kariye hîn bêhtir di felsefeya Rêber Apo, xeta azadiya jinê û taktîkên leşkerî de xwe pêş bixe, gelek erkên krîtîk ên ku dabûn ser milê xwe bi serkeftî bi cih anî. Hevrêya me Axîn ku li Zapê bi pratîka xwe ya gerîla ya serkeftî derket pêş, di berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de cihê xwe di çeperên herî pêş de girt. Hevrêya me Axîn ku bi kûrahiya xwe ya îdeolojîk, tevlîbûna xwe ya fedaî di jiyanê de û şêwaza milîtanî ya şer tê naskirin, piştre jî bi tevlîbûna kevneşopiya çapemeniya azad xebatên xwe dewam kir. Hevrêya me Axîn bi qeydkirina jiyana gerîla hewl dida her bêhna jiyanê zindî bigire. Di milek wê de çek û di milê din de kamera li her aliyekî çiyayên Kurdistanê geriya û têkoşîna dîrokî ji gelê me re ragihand. Hevrêya me ku gelek xebatên çapemeniyê bi serkeftî pêk aniye, li her devera ku çûye bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danîne û di her qadên jiyanê de kesayetiya xwe ya jidil û hevrêtiya xwe nîşan daye. Di dawiyê de hevrêya me Axîn ku di Navenda Çapemeniya YJA Starê de xeta çapemeniya azad bi milîtanî temsîl dikir, bûye yek ji wan hevrêyên me yên jin ku cewhera çapemeniyê ava kir. Hevrê Axîn ku berxwedana dîrokî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ji nêz ve dişopand û bi nûçe û bernameyên xwe berxwedan bi xurtî nîşan da, li gel şert û mercên herî dijwar jî xebatên xwe bi serketî berdewam kir.

Hevrêya me Axîn ku timî asta tempoya tevlîbûnê bilind kiriye û bi hevrêyên xwe re bi ruhekî komînal-kollektîf nêzî erka xwe bûye, xwedî li mîrateya kevneşopiya çapemeniya azad derketiye û giyanê serfiraziyê yê serdemê weke milîtaneke pêşeng a YJA Starê di pratîka xwe de nîşan daye. Mîrateya têkoşînê ya hevrêya me Axîn ku di demeke kurt de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê veguherî milîtaneke jêhatî ku bi felsefeya Rêber Apo bi pêş ket û bi meşa di xeta fedaiyan de tevlîbûneke bêsînor kir, weke hevrêyên wê yên li dû wê mane em ê teqez vê têkoşînê bi serkeftinê re tacîdar bikin.

ROZA RÊNAS AMED

Bajarê me yê kevnar Amed ku di dîroka Kurdistanê de bi berxwedana xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê navê xwe li dîrokê neqişand, li Kurdistanê her tim bûye navenda israra di jiyana azad de. Gelê me yê welatparêz ê Amedê ku xwe spartine sûrên kevnare yên Amedê û kevneşopiya berxwedanê nifş bi nifş mezin kirine, bi rê nedayîna dagirkerî û mêtîngeriyê re hebûna xwe parastiye. Amed ku bûye zemîna gelek derketinên dîrokî, di rojên destpêkê yên partiya me PKK'ê de ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, ev mîsyon bi layiqî bi cih aniye. Bajarê me Amed ku malovanî ji bingeha PKK'ê re kir, partiya serketinê ya gelê me, bi berxwedana dîrokî ya li Zindanên Amedê bi pêş ket re careke din rabû ser piyan û bûye navê berxwedana bênavber. Bajarê me Amed ku bû yek ji cihên destpêkê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê şîn bû û kok a xwe lê girt û bû gel, bi serhildanên xwe re têkoşîna me hembêz kir û li Kurdistanê bû navenda berxwedanê. Gelê me yê Amedê di serdemên ku dewleta mêtinger a Tirk êrîşên xwe yên herî dijwar pêk anî de bi hezaran ewladên xwe yên leheng şand nava refên têkoşînê û şehîdên me yên nemir bi serhildanên mezin pêşwazî kir û bi vê sekna xwe bûye mînak ji tevahî Kurdistanê re.

Hevrêya me Roza jî bi vê kevneşopiya berxwedanê ya dîrokî di nava malbata me ya welatparêz de bû xwedî şans ku mezin bibe. Hevrêya me Roza ku bi çanda xurt a berxwedanê mezin bû, ev yek hişt ku ji biçûktiya xwe ve rastiya gelê Kurdistanê û têkoşîna me nas bike. Hevrêya me ya ku zû bi azadiyê ve hate girêdan, mîna jineke ciwan a Kurd li dijî dagirkeran bi hêrs bû. Hevrêya me yê di nava Serhildanan de mezin bû, di nava xebatên ciwanan de cih girt û di vê pêvajoyê de Rêber Apo û partiya me PKK’ê ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Roza ya ku bû şahidê hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê ên li hemberî gelê me yên li Rojava û Êzidiyên Şengalê, xwest di refên pêş ên têkoşînê de cih bigire û bersivê bide êrîşên dagirkeran.

Hevrêya me ya ku di wê baweriyê de ye ku divê Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku rûmeta mirovahiyê ye divê bi her awayî bê parastin, di sala 2015'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrê Roza ku di pêvajoya şoreşê de cih girtibû û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi awayekî milîtanî şer kir, di vê pêvajoyê de kedeke mezin daye û di heman demê de bû pêşengeke jêhatî. Hevrêya me bi hişmendiya ku destketî û azadiya rasteqîn a gelê me tenê bi berxwedana dîrokî ya li dijî mêtingeran li çiyayên Kurdistanê dikare were parastin tevgeriya û di sala 2018'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava gerîlayên azadiyê bû.

Hevrêya me Roza ku xwedî tecrubeyeke xurt a şer e, bi perwerdehiya bingehîn a gerîlatiyê ku li qada Qendîlê dîtî jêhatîtir bû û di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bû. Hevrêya me ku bi sekna xwe ya wêrek, biryardar û tevlîbûna xwe ya jidil û bênavber zû pêş ket, piştî pratîka xwe ya serkeftî ji qada Qendîlê berê xwe da qada Garê û xebata xwe domand û bi coş xizmeta têkoşîna şoreşê kir. Hevrêya me Roza ya ku bi vîna xwe ya Apoyî hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma derbas kir û bi hewldan û fedekariyê xwe ji nû ve afirand, di demeke kin de bû yek ji hevrêyên me yên ku bi pêş ket û berpirsyarî girt ser milên xwe. Hevrêya me ya ku di felsefeya Rêbertî û Îdeolojiya Azadiya Jinê de xwe kûr kirin esas girtiye, hewl daye tiştên ku hînbûye bi jiyanî bike. Bi qasî pêşketina xwe girîngî daye pêşketina hevrêyên xwe û li ser vê esasê tecrûbeyên xwe ligel hevrêyên xwe parve kiriye. Hevrêya me Roza ku meşa xwe ya azadiyê bi biryardarî didomîne, di her karek de serkeftin esas girtiye. Hevrêya me Roza ya ku bi baldarî nêzê xebatên xwe yên di Akademiyên Apollo de bû, bû namzeteke fermandar a pêşeng ku di asta herî pêş a jiyanê de cih girt û xwedî paşerojeke bi hêvî. Hevrêya me Roza ku xwe berpirsyar û deyndarê Rêbertî şehîd û gelê me dibîne, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bênavber têkoşîn esas girtiye. Hevrêya me Roza ku evîna wê ya hevrêtiyê bêsînor e, li dijî dagirkeran hêrseke wê ya mezin hebû. Hevrêya me ku her roj bi tevlîbûna fedaî ya di xeta Zîlan de leza tevlêbûnê zêde dike, bi pratîka xwe ya serkeftî bûye milîtanekî PKK û PAJK'ê yê mînak.

Hevrêya me Roza ku li pey xwe mîrateya têkoşînê ya tijî serkeftin hişt, ti carî ji xwe re sînor neaniye û her tim bi pêşketina xwe re bûye şoreşgereke bi bandor. Hevrêya me Roza ku weke milîtana pêşeng a YJA Starê di ferqa erkên rojên giran de ye û li gorî wê bi tevlîbûneke xurt bersivdayinê esas digire, ji bo me hevrêyên mayî her tim bûye xwedî pratîkeke mînakdar. Bîranîna têkoşîna hevrêya me Roza ku ruhê serdemê bi tevlîbûneke fedaîbûnê bidest xist û bersiv da hêviyên gelê me yên ji bo siberojeke azad, wê her tim me ronî bike."