Şehîdên Şengalê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

4 şervanên YBŞ’ê û 4 xebatkarên tendirûstiyê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê pêkanî de şehîd bûbûn bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Dewleta Tikr ku êrişên xwe yên qirker li hemberî gelê Êzidî didomîne duh êrîşeke hewayî li ser nexweşxaneya Sikêniyê pêkanî. Di encama bomberdûmanêde 4 xebatkarên tendirûstiyê û 4 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. 8 kesên şehîd bûbûn îro bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. Cenazeyê şehîdan li ser daxwaza malbatên wan li goristanên taybet ên li Şengalê yek bi yek bi merasîman hatin veşartin. Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan jî merasîmek leşkerî ji bo şehîdan hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan ve destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê sazî û rêxistinên Êzidiyan peyam hatin dayîn.

Li ser navê Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê Axîn Întîqam axivî û got, “Em soz didin malbatên xwe yên welatparêz ku emê ji bo pêkanîna xeyal û hesretên şehîdên xwe şev û roj bixebitin. Ev êrişên qirkirinê wê negihîje armanca xwe. Bila her kes bizane ku dema yek ji me şehîd dibe, wê bi dehan li şûna wê bên.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Huseyîn jî diyarkir ku hikumeta Iraqê di dereceya yekemîn de li ber êrişan berpirsiyar e û divê Iraq helwesta xwe ya li hemberî êrişên li ser gelê Êzidî zelal bike.

 Di axaftina li ser navê malbatên şehîdan hat kirin de jî peyama sersaxiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Êzidî re hat dayîn.

Piştî axaftinan termê xebatkara tendirûstiyê Mûhlîse Sîdar di ber tilîliyên dayîkan û dirûşmeya “Şehîd namirin” de hat veşartin.