Şehîd û konên xwe bi hev re radikirin!

Ji roja yekem a avakirinê Saziya Malbatên Şehîdan bûye bîrdariyeke ya şehîdan û navenda rêxistinkirin û perwerdekirina civakê.

Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşa xwe û serpêhatiyên xwe xwedî çavkaniyeke xurt a jiyanê ye. Dîsa li gel van çîrokan jî bi avadaniya xwe ya rêxistinî jî bûye yek ji modela civakî ya rêxistinkirî.

Xelkê Mexmûr ku di nava şert û mercê herî giran ê jiyanê de yek ji saziya ku dayî avakirin Saziya Malbatên Şehîdan e. Ji roja avakirinê heta niha di bin banê vê saziyê de ji îlana şehîdan bigire heta merasîm û civînên gel bi rêkupêk tê kirin. Hemwext bûye yek ji bîrdariya şehîdan û navenda serdanên navxweyî û derve. 

Dayê Emîne ya ji Gundê Hedrîş a ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ku 28 sal in bê navber li Saziya Malbatên Şehîdan kar û xebat dide meşandin, piştî avakirina saziyê ya sala 1995’an salekê şûnde ango sala 1996’an ve bi aktîf cihê xwe di karûbarê saziyê de girtiye û heta niha dewam dike. 

Dayê Emîne anî ziman ku di vê pêvajoya penaberiyê de ji ber şert û mercên giran ên penaberiyê û dîsa şehîdbûna zarokên wan, wan pêwîst pê dîtin ku saziyeke wan hebe ku bikare xwedî li wan derkeve û bikare bi malbatên şehîdan re bibin alîkar. Dayê Emîne diyar kir ku di gava yekem de ji welatiyê wargehê Mihemed Şêxo, Dayika Teybet û Fatma Bilehî û hinek welatiyên din cihê xwe di nava kar û barên saziyê de girtin. 

GAVA YEKEM A SAZIYÊ: DU KON HATIN VEDAN Û WÊNEYÊN ŞEHÎDAN HATIN HILDAN

Li ser gava yekem a danîna saziyê jî dayika Emîne destnîşan kir ku du kon hate vedan û malbatên ku şehîdên xwe hebûn, wêneyên wan hatin komkirin û li nava wan konan hatin danîn û got: “Roja Sêşemê malbatên şehîd û gerîlayan li wir kom dibûn û li ser rewş û dîsa rêxistinkirina nava civakê civîn ji bo wan dihatin kirin.”

ŞEHÎD ÎLAN DIKIRIN Û KARÛBARÊ ŞEHÎDAN VE MIJÛL BÛN

Dayika Emîne anî ziman ku erkê Saziya Malbatên Şehîdan ew bû ku îlana şehîdan û dîsa di warê menewî de karkirina ji bo şehîdan bû û got: “Dema şehîdek hebû, sazî bi malbatê re diaxivî û dîsa merasîma şehîd li qadeke mezin a kampê dihate kirin û li vir şîn dihate danîn.”

ŞEHÎD Û KON BI HEV RE RADIKIRIN!

Piştî şert û mercên giran ên penaberiyê û dîsa koçberiya nediyar sala 1997’an berê penaberên Bakurê Kurdistanê kete wareke din. Her gava diçûn ji bêhn û axa welat dûr diketin. Di vê navberê de malbatan wêneyên şehîdan û konê xwe hildan, barkirin warê Nînova. Dayika Emîne vê pêvajoyê wiha qal kir: “Berî bar bikin, me wêneyên şehîdan radestî malbatên wan kir ku heta biçin cihek din û li wir heman rengî saziya xwe ji nû ve ava bikin. Li Nînova dîsa me konek veda û wêneyên radestî malbatan hatin kirin, hatin komkirin û sazî dîsa hate vekirin.”

PDK Û TIRKIYE HEVPAR ÊRÎŞÎ KOÇBERAN DIKIRIN

Her çû jiyan nexweş bû û êrîşên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê hevpar li ser van koçberên ji welat dûr ketin zêdetir dibûn. Li vir jî wargeh hate berdan û berê wan kete Nehdaran. PDK’ê li Nînova zextek zêde kir û gelek kes revandin û talanên penaberan didizîn û welatî şehîd dikirin. 

LI NAVA SAZIYÊ GEL Û MALBATÊN ŞEHÎDAN HATIN PERWERDEKIRIN

Dayê Emîne bi dilek şikestî û barên giran ê şehîdan li ser qurmîçekên rûyê wê diyar dikir serpêhatiya vê saziyê wiha domand: “Dema ji Nînovan me bar kir, dîsa me her malbatek şehîdan wêneyê xwe hilda û ketin ser rê. Li Nehdaran heta hinek derfet û mercê bicihbûnê baş bû. Dema qala derfet dikim ew bû ku heta hinek kon hatin vedan. Dîsa komîteyên semtan bang li malbatan kirin û wêneyên şehîdan hatin komkirin û li nava konekî weke sazî hate danîn. Bi heman rengî destpêkê gel li vir kom dibûn, dihatin pewerdekirin. Em 9 mehan man vir piştre me bar kir hatin Mexmûr.”

LI SEHRAYÊ KON DANÎN

Dayika Emîne da xuyakirin ku Mexmûr ne dişibiya ti devereke ku lê bicih bûne. Dayika Emîne bibîr xist ku Mexmûr ne cihê jiyanê bû, sehra bû û got: “Ne cihê jiyanê bû, li ser daxwaz û nêrîna Serokatî û partiyê gel li vir bi cih bû.”

ŞEHÎD ZÊDE BÛN, WAN JÎ BÎRDARIYA XWE MEZIN KIRIN

Dayika Emîne li ser çawaniya avakirina Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, jî anî ziman piştî hinek rewşa jiyanî hate derbaskirin bi çêkirina kelpîçan me dîsa ji nû ve saziya xwe ava kir û wêneyên şehîdên xwe lê dan. Dayika Emîne got: “Gel bi hev re sazî ava kir. Li saziyê jî her roja sêşemê civîn ji bo gel dihate çêkirin. Ji ber mercên jiyanê avahî û dijwarbûna têkoşînê, şehîd zêdebûn û avahî jî biçûk ma. Li ser vê yekê li vê avahiya niha lê ne, me avahiyek din mezintir çêkir. Vê carê sazî bi keviran û mezintir hate avakirin.”

Her ku karûbarên saziyê bi baştir bûn, serdanên ji bo saziyê jî zêdetir bûn. Saziya Malbatên Şehîdan ne tenê bû saziyek hemwext bû navendeke ya serdanê û dîsa bîrdariya şehîdan. Bû navendeke ya civîn û xebatên rêxistinî ya gel. Gelek karûbarên civakî di bin sêwana avahiyê de hate kirin. 

BÛ QIBLEYEK YA SERDANÊ Û BÎRDARIYA ŞEHÎDAN

Li ser vê mijarê jî dayê Emîne axivî û diyar kir ku rojane welatiyên derve serdana saziyê kirin û guh dida çîroka wan a penaberî û avakirina vê saziyê û wiha pêde çû: “Ji Amed, Wan û gelek deverên Bakurê Kurdistanê welatî dihatin serdanê û li ser jiyana wan dibûn xwedî agahî. Hemwext bûbû bîrdariyeke ya şehîdan.”

DAYIKÊN ŞEHÎDAN BÛN NAVBEYNKARÊ TÊKILIYÊN KOÇBER Û XELKÊ HERÊMÊ

Di bin sêwana saziyê de dayikên şehîdan ji bo têkiliyê bi derdor re baş dane, 9 rojan bê navber serdana xelkê herêmê û gundewarên wê kirin ji bo xwe bidin nasîn û jiyana wan a li vir çawa ne gotubêj kirine. Li ser vî esasî têkiliyên xelkê Botanê yên penaber û xelkê herêmê baş bûn. 

Di roja îro de li bin banê saziyê ji îlana şehîdan bigire heta kombûn, civîn û merasîmên şehîdan û gelek çalakiyên cihê li vir tê kirin.