Şehîd Soro Gabar li Mexmûrê hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar (Vedat Otun) hate bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar (Vedat Otun) bi merasîmekî bi heybet hate bîranîn. Di merasîmê de, di kesayeta Şehîd Soro Gabar ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê sicîla şehîd hat xwendin, her wiha piştî wê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara axivî.

Yusif Kara di destpêka axaftina xwe de di kesayetiya Şehîd Soro de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîranî û got: “Dema mirov di hizûra van parkrewanên nemir de kom dibin, lingên mirov, mejiyê mirov dilerize. Her malbatekî li vir xwedî gerîlayeke, xwedî şehîdekî nemire, ji ber vê dema em dibêjin Wargeha Mexmûr wargeha şehîdan tê zanîn û pênasekirin. Ji bo em bi karibin li keda wan derbikevin jî erk û wezîfeya me şopandina doza wan û daxwazên wane. Dubare em dibêjin serê malbata hêja, serê Rêber Apo, rêhevalên wî û gelê welatparêz saxbe.”

Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel, li ser navê malbatê dayîka Şehîd, Emîne Otun axivî û got ku Şehîd Soro ne şehîdê malbatê ye şehîdê we tevane û got: “Wesyeta Şehîd Soro ew bû ku dema şehîd bikeve ez jêre tilîlî bidim, min wesyeta wî anî cih. Serê Rêber Apo saxbe, serê hevalên wî û tevahî gelê amade saxbe.”

Her wiha bavê Şehîd, Hamid Otun jî axivî û diyar kir ku Şehîd Soro şehîdê her kesê ye û got: “Destpêkê serê Serokatî saxbe, serê hevalên wî yên ku îro di çeperan de li berxwe didin û yên ku di zindanan de têdikoşe saxbe û serê gelê walatparêz saxbe. Erka ku niha dikeve li ser milê me, em li ser şopa wan bi meşin û xeyal û xwestekên wan heta serkeftinê bibin.”

Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Şehîd Soro Gabar şehîdê malbatê yê sêyemîn e. 2 birayên wî yên din di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne.