Şehîd Jiyan Welat bi helbestekê hate bîranîn
Cangoriya têkoşîna azadiyê Jiyan Welat, ku sala 2013'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de bi helbestekê hate bîranîn.
Cangoriya têkoşîna azadiyê Jiyan Welat, ku sala 2013'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de bi helbestekê hate bîranîn.
"Xwezî qelemek min hebûya hubra wê xwîna dilê min,
Defterek min hebûya pelên wê ji rûpelên kezeba min,
Min lê binivîsanda bi zimanekî tenê te û bilbilan bixwenda,
belkî bi awazên we, belav bûbûna ewrên reş tarî yên li ser Qendîla min,
belkî bi vî awayî ji nû ve girve bûbûya kenê li nava dilê min,
bi vê re em jî weke her kesî şad bûbûna bi xuşk û xuşkîtiyê."
Amed dilê Kurdistanê ye, ku bi lehengên xwe yên têkoşer ên di nava berxwedana ji bo azadiya gelê Kurd tê naskirin.
Jinên têkoşer ên Amedê jî di têkoşîna azadiyê de her tim li pêş bi roleke mezin rabûn. Yek ji wan lehengan jî gerîla Jiyan Şahîn bi nasnav Jiyan Welat bû, ku di 8'ê Cotmeha 2013'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Ji ber salvegera 11'an a şehadeta Jiyan Welat, xwişka wê Hêvî Amed helbestek nivîsî û xwişka xwe bi bîr anî.
Helbesta ku ji aliyê kedkarê çapemeniya azad Rêşad Sorgul ve hate xwendin, bi wêne û dîmenên ji têkoşîn û jiyana Jiyan Welat weke klîbekê hate weşandin.