Şehîd Berçem û Kînda li Şengalê hatin bibîranîn

Şehîd Berçem Turcel û Kînda Zîn ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Şengalê hatin bibîranîn.

Şehîd Berçem Turcel (Hibrize Ozdurak) û Kînda Zîn (Fatma Onur) ên di 28’ê Cotemeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Şengalê hatin bibîranîn. Bîranîn li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate lidarxistin.

Di bîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclîsa Xweseriya Demokratik a Şengalê û Hêzên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo bîranîna Şehîdan axaftin hatin kirin. Di bîranînê de find hatin vêxistin.

Ewilî li ser navê saziya malbatên şehîdan, Pakiz Celal axivî. Celal bi van hevokan qala lehengî û kesayetiya Şehîd Kînda û Berçem kir: “Em di serî de di şexsê Heval Kînda û Heval Berçem de em  tevahî Şehîdên Şoreşê bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Heval Kînda û Berçem di fermanê de bi hewara me ve hatin û birînên me derman kirin. Kesayetiya herdu hevalan jî li ser jin û dayikên me pir bandorên xwe kirin. Ji ber van hevalan em fêrî xweparastinê kirin. Ji bo wê em dikarin bêjin keda wan li ser me pire û em nikarin heqê wan bidin. Em weke mesaziya malbatên şehîdan dibêjin çi dibe bila bibe emê xwedî li xeyalên wan derkevin û em dibêjin hol hola Tawisê Meleke, şehîd namirin.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî axivî û got: “Destkeftiyên bi xwîna Şehîdan hatine ava kirin divê bên parastin û bigihêjin Şengaleke xweser û demokratik.“

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber yê Şengalê Azad Hisên jî şehîd bi bîr anî û diyar kir ku Êzidiyan di têkoşîna xwe ya azadiyê de bedelên mezin dane.