Şehîd Bengîn qala eleqeya xwe ya ji dengbêjiyê re dike…

Gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman ku li Bestayê şehîd bû, qala eleqeya xwe ya bi dengbêjiyê dike. Dîmenê roportaja şehîd Bengîn hat weşandin.

Gerîla TV’ê dîmenên ku dema gerîlayê HPG’ê Bengîn Barman (Kahraman Karataş) ku 4’ê Tîrmehê li Bestayê şehîd bû, qala eleqeya xwe ya ji dengbêjiyê re dike, parve dike.

Gerîla Bengîn bal dikîşîne ser dîroka Kurdan a qedîm û destnîşan dike ku yek ji şêwazên berxwedana Kurdan jî “dengbêjî” ye.

Bengîn wiha got: “Dengbêjî ji bo Kurdan gelek girîng e. Dema mirov guhdarî denbêjan dike, dikeve nava kûrahiya dîroka Kurdan. Ev yek kêfxweşiyê dide mirov.”

Şehîd Bengîn anî ziman ku dema bi bavê xwe şivantî dikir, timî stranên dengbêjiyê digot û ev tişt got: “Min bi veşartî guhdar dikir. Piştre bi heman tarzê min jî digot.”