Şehîd Bedran, Mehmet, Mûrat, Osman û Abdulkerîm hatin bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê şehîd Saît Tanit bi nasnav Bedran Cûdî û 4 milîsên bi navê Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî), Osman Îlhan û Abdulkerîm Îzer ên di encama êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûbûn li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Li bajarokê Amêdiyê 22’yê Nîsana 2017 di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk gerîlayê HPG’ê  Saît Tanit (Bedran Cûdî), milîsên bi navê Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî), Osman Îlhan û Abdulkerîm Îzer şehîd bûbûn.

Şehîd Bedran Cûdî û 4 milîsên  gorên wan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî piştî dayîna mewlûdê, welatiyên Mexmûrê berê xwe dan goristanê û  şehîd li ser gorên wan bibîr anîn.

Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.