Şehîd Çelebî li Silêmaniyê hate bibîranîn

Welatparêzê Kurd Mehemet Zekî Çelebî yê di êrîşa çekdarî de şehîd bû, li Silêmaniyê hate bibîranin.

Bi boneya 40 rojiya qetilkirina welatparêzê Kurd Mehmed Zekî Çelebî, li Silêmaniyê meresima bîranînê hate lidarxistin û şîrînî hat belavkirin. Di merasimê de malbata Zekî Çelebî, kesayetên siyasî, oldar, rojnamevan û malbatên şehîdan amadebûn. Merasimê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di meresimê de ewilî hevalê Çelebî, Îsnan Stêrk axivî û got: “Bila hikûmeta Herêm û Silêmaniyê baş bizane em ewqas ne bêhêzin ku bibin berxên ber kêrên dijmin. Bîr û baweriya me têkoşîna me ye. Em mafên xwe dixwazin. Em zilmê li kesê nakin û zilma kesê jî qebûl nakin. Tola piraniya şehîdên me hatiye hildan, wê tola Şehîd Zekî Çelebî jî were hildan. Em daxwaz dikin ku rêveberiya Silêmaniyê xwe ker û lal neke, kujer û xayînan destnîşan bike. Evqas hevalên me tên qetilkirin, êdî aramiya me jî nemaye.”

Piştre Mela Nadir jî di merasîmê de axivî û got: “Şehîd Zekî Çelebî kesek zîrek û jêhatî bû. Serê xwe li beramberî welatek serdest nimiz nekir û nokertiyê qebûl nekir.”

Hevjîna Mehmed Zekî Çelebî, Nurten Çelebî jî axivî û got: “Dizanim guhê Zekî li mine. Min li gel Zekî çavê xwe vekir, li gel Zekî welat û çanda xwe naskir. Ez gelek bextewerim ku Zekî bûye bavê zarokên min.”

Nurten Çelebî diyarkir Mehmed ji bo wî ne tenê hevjîn bû, di heman demê de ew ji bo wî dayik, bav û welat bû.

Piştî axaftinan sînevîzyona der barê jiyana Mehmed Zekî Çelebî de hat nîşan dan.

Meresim bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.