Şefak Aryen: Em hêzeke qedîm a herêmê ne

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şefak Aryen mijarên giring ên di rojevê de nirxand û got: “Hemû hêzên navnetewî hatine ketine herêmê, ji wan hemûyan zêdetir em hêzek qewîm in, em ê li gora wê gel rêxistin bikin.”

Di derbarê mijarên sereke ên di rojevê de Endama Kordînasyona PAJK’ê Şefak Aryen nirxandin kir: “Di serî de ev rojan rojên komkujiya Mereşê ne, di serî de wan welatiyên di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Wê demê bi navê dijberiya Elewiyan di rastiyê de dijberiya Kurdan kirin li Dîlok û Gurgumê komkujî kirin. Li wê herêmê xwestin demografiyê bidin guhertin, niha jî li ser wê herêmê heman planan dixwazin têxin meriyetê.”

 ‘EM XWE BERPIRSÊN GEL DIBÎNIN’

Aryen bûyerên niha li  Başûrr jî rûdidin wiha nirxand: “Li Başûr niha li dijî deshilatiyê gel daketiye kolanan, li gorî agahiyan du welatiyan jiyana xwe ji dest dane, birîndar jî hene. Berpirsiyariya vî gelî em li ser xwe dibînin, em xwe li hember gelê xwe berpirs dibînin ji bo bûyina hêza çareseriyê. Ji pêvajoya şerê cîhanê yê yekem heya niha pirsgirêka Kurd bi hêzên navnetewî ve girêdayi ye. Tevgera azadiyê li hemberî wan ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd şer dike. Ji bo Kurd bibin xwedî nasname têkoşîn dike.”

‘BARZANÎ DEST DANIYE SER RÊVEBERIYA BAŞÛR’

Aryen di derbarê helwesta rêveberiya Başûr de jî wîha got: “Rêveberiya Başûr piştî şerê kendavê êdî derket derve. Ji bo yekîtiyek di nava Kurdan de çênebe û nebe xwedî vîn xetek hat avakirin. Li Başûr siyasetek li  gorî tahlîlkirina pirsgirêkan û bi wî awayî çareseriyê rol negirtin. Ev sê sal in parlementoya Başûr hatiye rawestandin. Barzanî dest daniye ser rêveberiya Başûr. Mafê gel heye di derbarê jiyana xwe de biriyar bide. Nêzîkatiyên rêveberiya Başûr di referandûmê de jî şaş bû. Di encamê de referandûmek çêbû, ji gel re çareserî ne anî. Ji bo wê jî bi xwe re xetimandin anî. Ji xwe bi salan e ev hikûmet ji pirsgirêkên gel re nebû çareserî. Gelek deverên weke xeta Germiyan û Duzxurmato ji destê gelê Kurd derket û jiyana welatiyan kete metirsiyê. Ya despêkê û herî giring ewlehiya gel nikare biparêze, ji pirsgirêkên civakî û aborî re çareseriyê nayîne. Divê mirov bertekên gel di vê çarçovê de bibîne.”

Aryen bêbertekiya rêveberiya herêma Başûr jî wiha anî ziman: “Di pêvajoya referandûmê de divê bertekên rêveberiya herêmê li hember nêzîkatiyên dewleta Tirkiyê çêbibûna. Li gorî piştî referandûmê hatina leşkerên Tirkan ser xaka Başûr hîna rêveberiya herêma Başûr bêdeng e ,diyare bi wan re di nava hevkariyê de ne. Divê gelê Başûr li hember vê dagirkeriya xaka xwe bêdeng nemîne. Wê bersiva pêwîst li hember dagirkeriya xaka Başûr bê dayîn.”

 ‘ÇARESERIYA HEMÛ KÊŞEYAN RÊBER APO YE’

Aryen destnîşan kir ku çareseriya hemû pirsgirêkan azadiya Rêber Apo ye û wiha domand: “Formûla çareseriya hemû pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilatanavîn tên jiyÎN paradîgmaya Rêber Apo ye. Kesayetek xwediyê vê nêrîna mezin divê ji derve, bi azadî bijî. Ev berpirsiyariya me ye û ji me re pirsgirêkeka hebûn û tinebûnê ye. Pêdiviya gelan û jinan bi azadiya Rêber Apo heye. Çima saziyên navnetewî û CPT’yê rolekê nagirin ser milê xwe­­, li daxwazên gel guhdarî nake. Saziyên navnetewî ji vê rewşê berpirsiyar in. Gel di nava bendewariyê de ne, ji bo wê çalakiyên xwe berdewam dikin. Li Rojava Kurdan deskeftiyên mezin bi dest xistiye, ew pergalbûyîna gelan  e.  Li bakur û Başûr jî heya astekê pêş ketiye dema ku dibînin PKK weke hêzek bingehîn tê dîtin ji bo wê jî nahêlin ku bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibin. Dibînin tekoşîn ji bo rêxistinkirina jiyanê tê dayîn ji wê ditirsin ji bo wê wiha êrîş dikin. Divê ev êrîşên wan ên çavsorî gelê me netirsîne. Ji ber çareseriya hemû pirsgirêkan azadiya Rêbertî ye. Têkoşîn heye lê divê hîn zêdetir bê mezinkirin heya azadiya Rêbertiyê. Em niha di Rojhilatanavîn de bûne hêzeke mezin ji ber wê ye ji me ditirsin.”

 ‘EM Ê PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN’

Aryen welatiyên di nava çalakiyan de jî silav kir û wiha dom kir: “Em hemû gelê xwe yên tevlî çalakiyan dibin bi rêzdarî silavdikin. Hamleya KJK’ê ya “Sonda me, em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn” li her derê bi pêşengiya hemû jinan hewce ye bê mezinkirin. Bi encamgirtinê asta têkoşînê tê dîtin. Di jiyanê û çalakiyan de dîtina ev pêşengtiya jinê girîng e.

Rêber Apo dibêje ‘Derfetên wiha dîrokî sed salan carekê dikeve destê mirov.’ Ji ber wê jî divê em li ser vê bingehê tevbigerin. Netenê gelê Kurd hemû gelên herêmê dibînin tevgera azadiyê çawan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên herêmî dibe hêza çareseriyê. Niha dema rêxistinkirinê ye, hemû hêzên navnetewî ji ber wê hatine ketine herêmê de. Lê em hêzek qedîm ên herêmê ne, em jinên Kurd bi wê hişmendiyê û berpirsiyariyê tevdigerin, bi vê berpirsiyariyê tevgerîn giringe.”

Aryen di vê pêvajoya dawî de li ser Başûr û Rojhilat li ser kuştinên jinan jî wiha bilêv kir: “Di vê pêvajoya dawiyê de li Rojhilat û Başûr kuştinên jinan ew qas zêde bûn, ev girêdayî pirsgirêkên civakî û siyasî ne. Bilinkirina tekoşînê û bûyîna hêza çareseriyê weke tevgera jinên azadiyê giring e. Divê rêxistinên jinan di vê mijarê de xwedî helwest bin û li jinên jiyana wan dibin metirsiyê de ne, xwedî derkevin.”

 ‘BILA DERFETA ÇÊBIBE KU HEMÛ ZAROK BIBÎNIN’

Aryen ji bo hatina sala nû jî peyamên giring da û wiha got: “Ji her demê zêdetir em nêzî azadiyê ne. Em dixwazin li wargehên azad bi Rêbertî re bijîn, jinan rêxistin bikin, êşên gelê Kurd kêm bikin. Em derfet û rastiyên sala 2018 an dibînin, bi rûyê xwe yê bi ken berê wê li m eye. Ji bo ku destê me bigehe Rêbertî, destê Rêbertî bigihe hemû gelan, derfetên hemû zarokan ên dîtina Rêbertî çêbibe, em ê bixebitin. Ji bo sala nû bibe sala binketina faşîzmê em banga têkoşînê li hemû jinan dikin. Em sala nû li hemû jinan û gelên Rojhilatanavîn û gel Kurd pîroz dikin.”