Şaxa CÎK’ê ya Mexmûrê: Divê em li kêleka PKK’ê li dijî zilmê şer bikin

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) a Mexmûrê li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hekvariya PDK’ê bertek nîşan da û bang li bawermend û misilmanan kir û got, “li dijî dagirkerî û îxanetê dakevin qadan.”

Şaxa Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) a Wareha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Memxûr) bi daxuyaniyekî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistan bi tûndî şermezar kir.

Daxuyanî piştî nimêja Înê, li mizgefta semta 3 bi tevlîbûna dehan şêniyan, ji aliyê Mele Eyûb Şemizdînî ve hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di destpêkê de, êrişên dewleta Tirk bi tûndî şermezar dikin. Xwedê emir dike û dibêje; bi çi şêwazê êriş li ser wede bê, divê hun jî bêdeng nemînin û heman şêwazê bersiv bidin. Li hember zilmê, sertewandin nayê qebulkirin. Kesê ku bêdeng be, bê îman û bê şiûre. Wek gelê Kurd, bi ti şêwazê nabe ku em li hember zilmê bêdeng bimînin. Divê kesê ku bêje ez misilmanim, li dijî êriş û zilmê dakevin qadan.

Wek bawermendên Mexmûrê, em bang li tevahî bawermend û saziyên oldaran dikin, divê em bi emrê xwedê rabin û li dijî dagirkeran berxwebidin. Kesê ku bêdeng bimîne, bê îmane û kufir dike. Xwedê dibêje, li dijî zilmê rabe, ger te nekarî rabî deng derbixe. Bi ti şêwazê bêdengî nayê pejirandin. Gelê Kurd 11 hezar sale heye û niha ew kesên ku vê yekê înkar dikin, mirovên ne rastin.

PKK mafê gelê Kurd diparêze û ev 50’î sale ji bo doza Kurd şer dike. Niha êrişî me dikin, ti ferqa me û PKK’ê nîne, em hemû mafê xwe dixwazin û divê em li kêleka PKK’ê li dijî zilmê şer bikin. Divê em nebêjin, êriş ne li ser mine. Xwedê dibêje, bêdengiya li hember zilma li ser mirovan, nayê qebulkirin. Ji bo wê em wek CÎK-Mexmûr bang li tevahî bawermend, misilman û gelê xwedî şeref dikin, li dijî dagirkerî û îxanetê dakevin qadan û bertekên tûnd nîşan bidin. Xwedayê mezin, gerîlayên me bi hêz bike û serkeftin ya me ye.”