Şaredariya Qoserê jî ji aliyê polîsan ve hate dagirkirin

Li pêşiya avahiya Şaredariya Qoserê ya HDP'î, cîhaza X-ray hate bicihkirin û ketin û derketina ji avahiyê ji aliyê polîsan ve tê kontrolkirin.

HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de şaredariya Qoserê ji destê qeyûm derxistibû. Bi fermana Wezareta Karên Hundir, cîhaza X-ray li ber deriyê Şaredariya Qoserê hate bicihkirin.

Rejîma AKP'ê, ketin û derketina ji avahiya şaredariyê xiste bin kontrola polîsan.

Dema ku hevşaredar Nîlufer Elîl Yilmaz di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin de bû, polîsên Tirk bi wesayitên zirxî hatin ber avahiya şaredariyê. Polîsan cîhazên X-ray lê bi cih kirin û ketin û derketin kontrol kirin.

Li ser vê yekê hevşaredar Yilmaz tevî heyeta pê re çû şaredariyê.

7'ê Gulanê jî li pêşiya avahiyên şaredariyên HDP'î yên navçeyên Cizîr, Silopiya û Hezexê polîsên Tirk cîhaza X-ray bi cih kiribûn.