Şaredariya Hezroyê 50 ji sedî kotayê dide xebatkarên jin

Meclîsa Şaredariya Hezroyê ya HDP’yî biryar da ku ji bo xebatkarên îdarî û teknîkî wê 50 ji sedî kotaya jinan pêk bîne.

Şaredariya Hezroyê ya Amedê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê birêvebirin, di civîna meclisa xwe ya tîrmehê de ji bo girtina kar biryareke nû girt. Meclîsê ji bo pêkanîna nûnertiya wekhev biryar girt ku kesên wê bigire kar wê nîvê wê jin be.

Hevşaredara Hezroyê Gulistan Ektî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Ji ber pêvajoya şer qada jiyanê ji jinan re nemaye. Me çawa dest kar kir hewl da ku ji bo jinan qadên pêş bixînin. Heta niha jî em li gorî vê biryara xwe tevgeriyane û kes girtiye kar. Duh biryar ji meclîsa me de derbas bû. Em biryara xwe ji bo prensîbên HDP'ê weke destkeftiyekê dibînin.”

Hevşaredar Ahmet Çelîk jî têkildarî biryarê got ku ev biryar bihîstyariya şaredariyên HDP’ê ye.