Çalakiyên ku ji bo bîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku li paytexta Fransa Parisê hatin qetilkirin, danê siharê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir, bi axaftin û muzîkan dewam kir.
Çalakiya bîranînê êvarê di saet 18:00’an de bi beşdariya dostên Kurdan û bi axaftinan dîsa li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dewam kir. Girseya ku tevî hewaya sar kolana li pêşiya avahiya komeleyê tijî kirin, komkujiya dewleta Tirk kir û bêdengiya Fransayê protesto kirin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên "Şehid namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hevserokê CDK-F’ê Xanê Akdogan axivî.
‘HETA KU KUJER BÊN DARIZANDIN WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE’
Xanê Akdogan di şexsê şehîdên Komkujiya Parisê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Jin pêşengiya Şoreşa Rojava kirin, ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hedef hatin girtin. Em soz didin ku em ê bidin li pey şopa şehîdan. Em ji dewleta Fransayê re ku îdia dike ku ev êrîşeke nijadperestiyê ye dibêjin, ‘Evîn Goyî li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya. Ew tevahiya Ewropayê parast, lê we nekarî wê biparêzin.’ Heta ku kujer neyên darizandin wê têkoşîna me neraweste. Em vê komkujiiyê û yên li hemberî vê komkujiyê bêdeng dimînin şermezar dikin.”
‘EM XWEDÎ LI MÎRATEYA ŞEHÎDÊN XWE DERDIKEVIN’
Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat jî bi bîr xist ku ew ji bo kesên hatine qetilkirin li hev kom bûne, “Evîn Goyî yek ji navên ku di rizgarkirina Reqayê de cih girt e. Em divê xwedî li mîrateya Evîn derkevin û statuya Rojava biparêzin. Berdêla vê çi dibe bila bibe em amade ne. Em ji bo gelên Rojhilata Navîn û çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn azadiya Rêber Apo dixwazin.”
‘DEWLETA FRANSAYÊ DIVÊ KOMKUJIYA PARÎSÊ RONÎ BIKE’
Li ser navê TJK-E’yê jî Arşem Ahmed mafê axaftinê girt û diyar kir ku divê komkujiyên Parisê bên ronîkirin. Ahmed destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber Apo di cewhera xwe de azadiya jinê ye û wiha got: “Şoreşa ku li Rojava hate avakirin tevî hemû êrîşan jî nehat tunekirin. Gelê me tevî hemû êrîşan jî Şoreşa Rojava diparêze û em ê tu carî gav paşde neavêjin. Ez bang li gelê Kurd dikim; Rojava Kurdistan e, Kobanê Kurdistan e. Em careke din li dora Rojava bicivin.”
‘PARIS XAKA KURDAN E’
Şaredara 10’mîn a Parisê Alexandra Cordebard jî mafê axaftinê girt û got: “Em careke din li vir in. Paris xaka Kurdan e û ev der wê her tim bibe xaka Kurdan. Mixabin ev der di heman demê de bû cihê ku komkujî lê hatin jiyîn. Ev der ciheke ku Kurd lê stirîn. 6 malbatên ku piştî li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan hatin vi, di navbera 10 salan de hatin qetilkirin. Ez dixwazim careke din diyar bikim ku em ê parastina mafên Kurdan bidomînin. Em dixwazin Dozgeriya Terorê ya Parîsê derbarê komkujiyî de bikeve dewrê.”
‘DIVÊ KUJER Û YÊN PARASTINA WAN DIKIN EŞKERE BIBIN’
Li ser navê malbata şehîd Evîn Goyî jî Zeynep Kara mafê axaftinê girt silava malbata Evîn Goyî ragihand. Kara bi bîr xist ku tevî 2 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî hîna berpirs nehatine darizandin û wiha got: “Parîs ji bo me êşeke mezin e. Dema meha Kanûnê tê dilê me dişewite. Em îro careke din li cihê ku hevalên me hatin qetilkirin, li hev kom bûn. Dewleta Fransayê kujer û hevkaran diparêze. Em jî heta nefesa xwe ya dawî ji bo eşkerekirina vê komkujiyê têbikoşin. Heta ku em kujer û yên wan diparêzin eşkere bikin têkoşîna xwe bidomînin.”
Çalakvana ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Abdullah jî êrîşên li ser Kurdan ên li 4 parçeyên Kurdistanê bi bîr anî û banga mezinkirina têkoşînê kir.
‘PKK DIVÊ JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN’
Aminata Niakate ku li ser navê Partiya Keskan axivî peyamên piştgiriyê yên li ser navê partiya xwe ragihand û diyar kir ku divê komkujiya Parîsê bê ronîkirin.
Genvieve Garrigos a li ser navê Partiya Sosyalîst axivî jî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” derket ser dîkê û girseyê silav kir. Genvieve Garrigos ku bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin peyamên piştgiriyê da. Genvieve Garrigos têkoşîna Evîn Goyî ya li dijî DAÎŞ’ê têkoşiya bi bîr xist û îşaret bi girseyê kir û wiha got: “Em bi we re ne. Em bi we re xurt in. Em dixwazin PKK ji lîsteya terorê bê lidarxistin.”
Piştî axaftinan çalakî bi helbest, klam û stranên hunermedn Meral Alkan, Nuarin, Farqin û Ozan Maruf bi dawî bû.