Şandeya Mexmûrê serdana berxwedêrên li Silêmaniyê kirin

Şandeya Meclîsa gel a Mexmûrê piştî serdana xwe ya ji bo endazyar Herêm Mehmûd a li dijî tecrîda li ser Ocalan 89 roj in li Kelar a Germiyanê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, çûn Navenda Karkerên Mezopotamya û serdana berxwedêran kirin.

Şandeyeke Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çû serlêdana Herêm Mehmûd û piştigiriya xwe ya ji bo çalakiya wî nîşanda. Şande pişre jî berê xwe da Silêmanî û serdana berxwedêrên li Navenda Karkerên Mezopotamya ku ev 162 roj in di grevê de ne.

Li navendê heman demê çalakiya rojiya mirinê ya Merwan Mendûh Ozdemîr jî heye. Berxwedana Ozdemîr di roja 10’ê de ye.

Şande ji aliyê çalakivanan ve bi dilgermî hate pêşwazîkirin. Şandeyê diyar kir ku ew ji bo piştevaniya bi wan re hatine serdanê û gotin wê bi berxwedanê tecrîd bi dawî bibe.