Şandeya KNK’ê serdana parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir

Şandeyek KNK’ê serdana parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir û bi komên siyasî re li hev civiya.

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûradî, duh serdana Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir. Şandeyê destpêkê hevdîtin bi Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz re Fayeq kir.

Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq, kêfxweşiya xwe ji bo serdana şandeyê nîşan da û destnîşan kir ku divê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bibe navenda biryardayîna gelê Kurd û piştgiriya tevgera beşên din ên Kurdistanê bike. Rêwaz Fayeq di heman demê de qala astengî û pirsgirêkên îro yên li Parlamentoyê kir û diyar kir ku ji bo derbaskirina vê rewşê divê lihevkirineke neteweyî pêk were.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Muradî jî da zanîn ku Parlamento berhema têkoşîn û fedakariya gelê Kurd a gelek salan e û divê weke destkeftiyek a gelê Kurd bê parastin û wiha got: “Divê Parlamento bi rola xwe yê bingehîn rabe û di vê pêvajoya xurtkirina demokrasiya li Kurdistanê de bi awayekî çalak xwedî li têkoşîna beşên din ên Kurdistanê derbikeve.”

Şandeya KNK’ê serdana fraksiyonên Tevgera Goran, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû, Komela Dadgerî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir. Şande ji aliyê endam û serokên fraksiyonan ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtina bi fraksiyonan re de qala karê hevpar û têkiliyên di navbera KNK û fraksiyonan de hate kirin. Hemû fraksiyonan amadebûna xwe ji bo her karekî ji bo xizmeta doza rewa ya gelê Kurd û yekîtiya neteweyî nîşan dane.