Şandeya DTK û DBP’ê li gundên Colemêrgê serdan gel kirin

Şandeya DTK’ê û DBP’ê li gundên Robarok, Parewê, Bêgejnê û Nav Beroja yên Colemêrgê serdan gel kir.

Li Colemêrg û navçeyên wê hevdîtinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ên di çarçoveya "Em xwe birêxistin dikin li dijî faşîzmê" didomin. Şande li gundên Parewê, Bêgejnê, Nav Beroja yên Rûbarok a Colemêrgê hevdîtin bi gel re kirin. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, hevserokên HDP'ê yên Colemêrg û Şemzînanê, rêvebirên partiyê û endamên meclîsa Şaredariya Şemzînanê jî bi şandeyê re çûn gundan.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di dema hevdîtinan de axivî got: "Kurdistan sed sal berê li Lozanê dabeşî 4 perçeyan hat kirin û bi vê perçekirinê re zilm zêde bûn. Sînor danîn navebra me û xizmên me yên li wî aliyê sînor. Armanca vê perçekirinê ew bû ku di warê aborî û çandî de Kurdan bikin 4 perçe û tune bikin. Xwestin gelê Kurd bikin kole. Xwestin dengên wan bitepisînin. Lê bi ser neketin. Gelê Kurd bi sedan sal e têdikoşe. Kurd li dujî faşîzmê, bişavtinê û tunekirin bi salan e bi awayekî destanî têdikoşe. Heya niha gelek bedêl dan."

Piştî serdana gundan heyet çû Şemzînanê.