Şandeya Şengalê serdana Hizba Şûî û Tevgera Goran kir

Şandeya Şengalê di çarçoveya rêzeserdanên xwe yên li Silêmanî de îro serdana Tevgera Goran û Hizba Şûî kir.

Şandeya Şengalê ya ji Serokê PADÊ Omer Salih, endama Encûmena Tevgera Jinên Êzidî Neam Kiru Sindî, endama Têkiliyên Tevgera Jinên Êzidî Seham Dexîl Reşo, endamê Encûmena Eşîrên Şengalê Mîrza Bekir Bîso û Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî tê de cih digirin ev 5 roj in ku li Silêmanî bi partî û aliyê siyasî re hevdîtinan pêk tînin. Şandeya Şengalê îro serdana Tevgera Goran û Hizba Şûî kir.

Şandeyê destpêkê serdana Tevgera Goran ya li Silêmanî kir. Şande ji aliyê Rêveberê Giştî yê Goran Omer Seyîd Elî û alîkarên wî we hatin pêşwazîkirin.

Piştre şandeya Şengalê çû serdana Komîteya Parêzgeha Silêmanî ya Hizba Şûî ya Kurdistanê. Şande ji aliyê endama Polît Buroya Hizbê Şûî Şilêr Ebdulmecîd û hevkarên wê ve hat pêşwazîkirin.

Di naveroka hevdîtinan de şandeya Şengalê ji her du aliyên siyasî daxwaz kir ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şengalê nîşan bidin û piştevaniya gelê Êzidî bikin û ji bo vîna rêveberiya xweser a Şengalê bi fermî bê nasî divê xebat were kirin.

Dîsa şandeya Şengalê di hevdîtinên xwe de behsa metirsiya digirkeriya dewleta Tirk ya li ser Şengal û Kurdistanê kiriye û ji wan xwestiye ku hemû alî bi hev re li dijî wê dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk, dagirkirina hemû xaka Kurdistan bi taybetî jî dagirkirina Şengalê ye.