Şaho: 4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd e

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina PJAK’ê li çiyayên azad ên Kurdistanê hate pîrozkirin.

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina  Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li çiyayên azad ên Kurdistanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Gelek welatî û gerîla beşdarî şahiyê bûn. Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn. Şahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.  

‘4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA GELÊ KURD E’

Endamê Meclîsa PJAK’ê  Amed Şaho axivî. Şaho, di destpêka axaftina xwe 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li şehîdan û li gelê welatparêz pîroz kir. Şaho anî ziman ku 4’ê Nîsanê roja vejîn û dayîkbûna mirovahiyê ye û wiha got: “4’ê Nîsanê mizgîniya roja azad e. Ji dayikbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurd e û îdolojiya serhildêr a Kurdan e. Xwediyê paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jina ku bûye mînak ji cîhanê re. Di hindirê kesayeta her mirovekî Kurd de, şoreşekî fikrî pêk aniye û ew şoreşa fikrî hiştiye ku îro gelê Kurd stratejiya şerê gelê şoreşger pêş bixe. Bi hêz li himberî dagirkeran serî rakin û li ber xwe bidin.”

‘4’Ê NÎSANÊ SOZA SERÎ RAKIRIN Û SERKEFTINÊ YE’

Di berdewamiya axaftina xwe de Şaho da zanîn ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mizgîniya azadiyê û yekbûna gelan e û wiha pê de çû: “Mizgîniya tekoşîna li hemberî desthilatdaran û sîstem karan e. Rêber Apo civakekî azad û demokratîk, diyarî gelê Kurd kir. Fikir û felsefeyekî azad diyarî kir, îro gelê Kurd weke ronahiyekê di cîhanê de tê naskirin. Rêber Apo heqîqeteke ku qet nayê winda kirin. Ji bo wê ye ku îro di kesayeta Rêber Apo de, dixwazin demokrasî, wekhevî û azadiyê têk bibin. Rejîma dagirker a Tirkiyê tecrîdeke giran danîne li ser Rêber Apo. Lê belê em dibînin ku gelê Kurd, li seranserî cîhanê 4’ê Nîsanê bi coş pêşwazî dikin û pîroz dikin. 4’ê Nîsanê soza serî rakirin û serkeftinê ye.”

‘PJAK J BO GEL HÊVIYEK NÛ BÛ’

Şaho, salvegera damezirandina PJAK’ê jî pîroz kir û bi van gotinan dawî kir: “PJAK li ser fikir û felsefeya Rêber Rêber Apo hatiye avakirin. Ji bo wê jî ji dema avabûna partiya me heta niha, ew bûye hêviyek nû ji gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê re. Li Rojhilatê Kurdistanê gelê me bê hêvî, pêşeng, bê rêxistinkirin û bê parastin hatibû hiştin. Ji bo vê yekê li ser fikir û ramana Rêber Apo, avabûna PJAK’ê ji nüve dayik bûne. “

Piştî axaftina Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho, peyama Komlgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hat xwendin.

Peyama ji aliyê endama Desteya Rêveber a KJAR’ê Jiyan Berfîn ve hate xwendin.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin:

“Em 74’emîn sala Rêber Apo li hemû gelan pîroz dikin, silav û heskirina xwe ji Rêber Apo re rêdikin. Heqîqeta 4’ê Nîsanê ji bo me heqîqeta berxwedana gelê Kurd e. Rojbûna hemû gela ne, dîrokeke ku azadiyê diparêze û heqîqeta şervana ye. Ji bo hemû gelan hêviye. Em vê roja pîroz li dayika Rêber Apo, dayika pîroz dayê Uveyş pîroz dikin. Di dîrokê de jin û gelê Kurd ji bo mirovahiyê rênas bûn. Ji bo wê tecrîda ku îro li ser Rêber Apo tê meşandin, divê em hilweşînin. Dîwarên Îmralî hilweşandin. Têkbirina zihniyeta faşîzma navnetewî erkê yekem û sereke ye ji bo me. Ji bo wê jî pêwîste kêliyên jiyanê jî vala neçin. Bi yek deng em bêjin: ‘Di kêliyê de azadî’ û ew armanca me ya sereke be.

Bi pêşengiya şehîdên me yên weke Şêrîn Elemholî, Zîlan, Hêmin Ferzad û bi hezaran şehîdan em di nava tekoşîna xwe ya 18’e salan de ne. PJAK dîroka jinekî ku hatibû kole kirin, şiyar kir. Ew peyam da gelên me ku ji bilî azadiyê tu riya me tune ye û wê tu tişt li pêşiya me nebe asteng. Her wiha avabûna Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, li Rojavayê Kurdistanê di roja 4’ê Nîsanê de ye. Em 4’ê Nîsanê li hemû hêzên YPJ’ê pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, avabûna PJAK’ê û YPJ’ê, bersiva keda Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinan di çarçoveya 4’ê Nîsanê de şitil hatin danîn.

Şahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.