Şahan: Ev şoreş, şoreşa jinê ye û pêwîste kêlî bi kêlî bê xurtkirin

Gerîlayê YRK’ê Şahan serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxand û diyar kir; “Daxwazên azadiyê û demokrasiyê li derdorê paradîgmaya Rêber Apo kom dibe û her ku diçe zêdetir rengê modernîteyê demokratîk li xwe digre.”

Gerîlayê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şahan Melekşahî di destpêka axaftinê xwe de şehîdên şerê Herêmên Parastinê yên Medyayê û şehîdên serhildanê ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran bi rêve diçe bi bîr anî. Heman demî têkildarê pêvajoyê ku bi rêve diçe nirxandinên girîng kir.

Gerîla Şahan di derbarê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wiha nirxand: “Di serî de di şexsê hevalên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn, şehîdên Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînim û soza bilindkirina têkoşîna wan nû dikim. Dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe de ti qanûnekê nas nake û bi şeklekî herî hovane, bê pîvan êrîşê gerîlayên azadiyê dike. Di van êrîşên xwe de ji çekên kîmyewî bigre heta çekên nukleerî yên taktîkî her cure çekên qedexekirî bi kar tîne. PDK û NATO hevkariya vî konseptî dikin û hemû dewletên emperyalîst jî van êrîşên hovane re bêdeng dimînin. Ji bo ku ev hevkarî û bêdengî bê şikandin pêwîste raya giştî her tim li ser linga bin û xwedî çalikiyên bi encam bin. Li hember van êrîşên namirovane gerîla berxwedaniyek bê hempa dimeşîne û bi her kêliya xwe ve dîrok dinivîsîne. Pêwîste gel jî bi vê rihê tevlî vê pêvajoyê bibe û berpirsyariya dîrokî bigre ser milên xwe.”

Gerîlayê YRK’ê serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran dewam dikin jî nirxand û got: “Di şexsê Jîna Emînî de jin û ciwanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îran ji bo demokrasî û azadiyê canê xwe feda kirin û bûn pêşengê vê serhildanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ev serhildanên ku di pêşengiya jin de destpêkir, li giştî Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bû û bandora xwe li giştî cihanê kir. Lêgerîna jiyana azad û demokratîk bala her kesî kişand. Ji ber ku daxwazên heyî ne bi tenê ji bo ferd; ji bo welat û civakê pêş dikevin. Bi taybet îdeolojî û felsefeya ku ev serhildan xwe dispêre wê û dirûşmeyên ku pêş dikevin, bi rengekî şênber nîşan dide ku daxwazên azadiyê û demokrasiyê li derdorê paradîgmaya Rêber Apo kom dibe û her ku diçe zêdetir rengê modernîteyê demokratîk li xwe digre.”

Gerîla Şahan rol û pêşengiya jin a di vê serhildanê de jî nirxand û wiha pêde çû: “Ev serhildan, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li hember pergala zilamê serdest a Îranê destpêkir û bi peşengiya jinan berdewam dike. Ev dirûşme felsefeyek e ku Rêber Apo ji bo jin û civakê pêş xistiye. Îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hemû civak vî dirûşmeyî berz dike û bi vê felsefeyê xwe rêxistin dike. Têkiliya jin û jiyan, jin û azadiyê dibîne û vê rastiyê ji bo civakê wek potensiyela çareseriyê dibîne. Ji ber vê jî ev şoreş, şoreşa jinê ye û pêwîste kêlî bi kêlî bê xurtkirin, da ku azadî û demokrasî bê destxistin.”

Gerîlayê YRK’yî îşaret bi rola ciwanan a di vê serhildanê de kir û ev nirxandin kir: “Rêjîma dagirker a Îranê bi her cure polîtîkayên şerê taybet, her tim hewil da hemû refleksên ciwanan kor bike û wan di her milî de bi xwe ve girê bide. Tu carî nexwest ku ciwan di derbarê çarenûsa xwe û ya civakê de bifikirin û li pey jiyaneke demokratîk û azad bimeşin. Lê roja me ya îro ciwanên Kurd, Fars, Belûç, Azerî û Ereb ji bo çarenûsa xwe serî rakirine û li hember rejîma dagirker a Îranê nerazîbûnên xwe bi gelek çalakiyên cuda ve nîşan dan û didin. Ciwan di van serhildanan de bi sekna xwe ya radîkal nîşan da ku polîtîkayên şerê taybet ên ku Îran dimeşîne, di pir milan de vala derketiye û ciwan ji bo azadî û demokrasiyê bêrawestan di nav çalakiyan de ne. Lê ji bo ku di van serhildanan de encamên mezin bên girtin, pêwîste ciwan zêdetir bi erkên xwe yên pêşengiyê rabin, xwe bi rêxistin bikin û tekoşînê bilind bikin.”

Gerîla Şahan di dawî de ev bang li gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir: “Gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo ku di van serhildanan de serketinê bidest bixin, pêwîste zêdetir hevûdu bigrin, xwe rêxistin bikin û li hember her cure şîdetên ku tên bikaranîn parastina xwe ya cewherî pêk bînin. Di heman demê de di vê pêvajoya serhildanan de xwîn hatiye rijandin û berdêl hatiye dayîn, pêwîste xwedî li wan şehîdan û berdêlan bê derketin û heta encamek rasteqîn neyê girtin, tu carî gav paşde neyê avêtin. Van serhildanan her roj gurtir û bilindtir bikin. Bi taybet ciwanên Kelhor heta îro di nav van serhildanan de xwedî seknek xurt bûne, lê pêwîste zêdetir yekgirtî bin, xwe rêxistin bikin û pêşengî bikin.”