Şagirtên akademiyê name ji berxwedêran re şandin

Şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê silav kirin û diyar kirin, wê tecrîd teqez ji holê rabe.

Şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, ji berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re nameyeke vekirî nivîsîn.

Di nameyê de, di serî de Leyla Guven, Nasir yagiz, Fadîle Tok û berxwedêr hemû bi ruhê fedayî û lehengiyê yên meha Gulanê hatin silavkirin.

Di nameyê de hate ragihandin, berxwedana bi heybet û rûmet a heyî, hemû qirêjî deşîfre kiriye.

Di nameyê de, berxwedêr weke lehengên rastiyê hatin binavkirin û hate gotin, "Bêguman dîrok wê çîroka we hemûyan binivîsîne."

Şagirtan diyar kirin ku ew jî ji dil û can tevlî vê meşa fedakarî dibin û ragihandin, "Hûn jin û mêrên serdemeke welê ne, ku hûn ê bibin mirovên serbilind ên dîrokê ku xwe gihandine heqîqetê. Navê 'berxwedêrên bi rûmet ên destena berxwedana mezin' mîna dilên hevrêyên din ji niha ve li we tê. Em dixwazin hûn zanibin, ku di vê meşa xwe ya bi rûmet de hûn ruh didin me, ruhê me temsîl dikin, bi liv û tevgera xwe ya yekpare hûn bi navê mirovahiya pêşverû tevdigerin... Bi vê gava mezin re, hûn her roj xwe ji nû ve diafirînin û xelekeke nû li nirxên mirovahiyê yên neteweya demokratîk zêde dikin ku felsefeya jiyana azad a bêhempa ye."

Di nameyê de hate gotin, "Çawa ku milîtanên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hovîtiya zaliman parçe kirin, çalakiya xwe bi ser xistin û mirovahiyê ew ye kweke roja rûmetê ya mirovahiyê pênase kir, hûn ê jî bi berxwedana xwe ya mezin a sedsalê re, di şexsê Rêber Apo de tecrîda li dijî mirovahiyê ji holê rakin û welatekî azad ji mirovahiyê re bihêl in.

Bi navê şervan û lêgerînerên Akademiya Zanistiyên Civakî ya Abdullah Ocalan ji niha ve em dixwazin bêjin ku hûn ê bi ser bikevin. Em dixwazin hûn zanibin ku ji her alî ve em tevlî vê berxwedana we ya dîrokî dibin ku bi pêşengiya Rêber Apo dest pê kiriye. Zanîbin ku karê me, plansaziya me û berê rûyê me timî li vê pêngavê ye."