‘Îxaneta li Şengalê kir ku em mudaxele bikin’

Gerîla Harûn Simko bal kişand ser rizgarkirina Şengalê û got, “Îxaneta ku hate kirin û xemsariya dinyayê ya li Şengalê kir ku em mudaxele bikin.”

Gerîlayê HPG’ê Harûn Simko bi wesîleya 13’ê Mijdarê ya ku navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, ji ajansa me re axivî.

Simko got ku, “Heke xeta têkoşînê ya di asta fedaîbûnê nehata esasgirtin, wê navenda Şengalê ji çeteyan nehata rizgarkirin” û axaftina xwe wisa domand:

‘ME PEYWIREKE ÎNSANÎ Û ŞOREŞGERÎ WERGIRT..’

‘Dema me ferman bihîst û dîmenên qetlîam û koçê dît, bi peywireke mirovî û şoreşgerî me xwest em xwe bigihînin Şengalê. Tu wijdan nikare tehamûlî vê rewşê bike. Êşên ku gel jiya, peymanên di navbera hin hêzên Kurd û çeteyan û xemsariya cîhanê kir ku em mudaxele bikin. Me ji bo çûna Şengalê pêşniyaza xwe ji partiyê re kir û pêşniyaza me hate qebûlkirin. Ligel hemû astengî û bêderfetiyan di serdema pêşîn de ya ku dema em hatin Şengalê berxwedan û fedakariyeke mezin hate pêşandan, qehremaniyên mezin hate kirin. Bi saya şehadetên mezin û keda mezin em gihiştine îro. Berxwedan û şehadeta van hevalan moraleke mezin dide mirov û hêrsa me ya li hemberî dijmin jî zêde dike. Di wê serdemê de gelek hevalan çalakiyên fedaî li dar xistin. Heke berxwedaneke fedaî tune bûya wê Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê yên barbar û tecawizkar nehata paqijkirin.”

’11 MEHAN MAL BI MAL BERXWEDAN HATE RÊXISTINKIRIN’

Li navenda Şengalê piştî berxwedana me ya 11 mehan, ji bo paqijkirina Şengalê me plansaziya xwe çêkir. 11 mehan kozik bi kozik, mal bi mal, kolan bi kolan berxwedan hate rêxistinkirin û zemîna pêngava rizgarkirina Şengalê hate destpêkirin. Ev rizgarkirin ne bi tenê ya erdnîgariyekê ye, di heman demê de rizgarkirina rûmeta gelekî ye jî.

ÎXANET Û BERXWEDAN LI PÊŞ ÇAVÊN GEL PÊK HAT

Kesên ku di fermanê de îxanet li gel kirin û dema navend hate azadkirin jî antîpropagandaya me kirin. Hinek kesan gotin ku PKK di pêngava Şengalê de cihê xwe negirtiye. Lê ji ber ku îxanet û berxwedan li pêş çavên gel pêk hat, vê antîprogandaya wan bi kêr nehat. Gel dît ku PKK li Kurdistanê tekane dînamîka berxwedanê ye. Dîtin ku Apoyî bi bawerî û berxwedana xwe dikarin çi bikin.

‘DIVÊ GELÊ ME YBŞ’Ê MEZINTIR BIKE’

Divê gelê me ked û xwîna şehîdan tu caran ji bîr neke. Divê hêzên xwe yên xweser, YBŞ’ê mezin bikin. Divê fêm bikin ku xweparastin ji her tiştî girîngtir e. Em jî heta ku xetereyên li ser gelê me rabin, em ê peywira xwe bi cih bînin.”