Îsraîlê balafirgeha Helebê bombebaran kir

Piştî êrîşa Îsraîlê ya li hemberî balafirgeha Helebê, hat ragihandin ku balafirgeh ji xizmetê derket.

Li gorî nûçeya ajansa Sana ya ser bi hikûmeta Şamê, danê sibehê Îsraîlê êrîşê balafirgeha Helebê ya navneteweyî kiriye û di encamê de balafirgeh zirarek mezin dîtiye û ji xizmetê derket.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên Îsraîlê hundirê balafirgehê û depoyeke çekan a nêzî wê ya milîsên Îranê kirin hedef.

Çavkaniyên fermî eşkere nekirin ku di êrîşa hewayî de kuştî û birîndar hene yan na.

Îsraîlê herî dawî di meha Adarê de êrîşek li ser balafirgeha Helebê pêk anîbû. Di vê êrîşê de 3 kes mirin û balafirgeh ji xizmetê derketibû.

Li gorî daneyên Wezareta Veguhastinê, piştî erdhejên ku navenda wê Mereşê pêk hat û di encamê de nêzî 6 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 80 balafirên ku alîkariyên mirovî barkirî daketin balafirgeha Helebê.

Di van salên dawî de, dewleta Îsraîlê êrîşên xwe li ser hêzên hikûmeta Şamê, hêzên Îranî û Hizbullaha Lubnanî li Sûriyê zêde kirine. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha bi sedan êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin.