Êşkenceya leşkerên Tirk a li Timokê hate protestokirin

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, bertek nîşanî leşkerên ku li gundê Timokê di serdegirtina malan de êşkence li gundiyan dikirin da.

Leşkeran di 31’ê Adarê de bi ser hin malên li gundê Timoq ê bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve girtin û li gelek kes destgîrkirin. Di dema serdegirtinê de leşkerên Tirk li gundiyan êşkece kir. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê têkildarî bûyerê li pêş avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘ÎŞKENCE SÛÇÊ MIROVAHIYÊ YE‘

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz bertek nîşanî îşkenceyê da. Yildiz anî ziman ku leşkeran gefa “em ê we jî gundê we jî bişewitînin” li gundiyan xwariye û wiha got: “Em îşkenceya li gundê Timokê hatiye kirin şermezar dikin. Rayedarên Qerekola Cendermeyan ên Timokê êşkence li hin gundiyan kirine û gefa ‘em ê we jî gundê we jî bişewitînin’ li gundiyan xwarine. Di 31’ê Adara 2022’yan de bi awayekî bêhiqûqî ketin û derketina gund hatiye qedexekirin û ragihandina gundiyan hatiye sînorkirin. Ji ber van pêkanînan em bang li saziyên rayedar ên dewletê dikin ku bi hişmendiya berpirsyariyê tevbigerin û ji bo bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin, kirariyên pêwîst bigirin. Bila bê zanîn ku tu hinceteke mafdar a îşkenceyê nîne. Êşkence sûcê mirovahiyê ye.”