Îşkence li Tirkiyeyê veguheriye çandekê!

Nûnerê TÎHV'ê yê Amedê Bariş Yavûz diyar kir, îşkence li Tirkiyeyê veguheriye çandekê û got, îşkence bi destê dewletê tê kirin.

Li Tirkiyeyê, di her serdemê de îşkence di asta herî bilind de hatiye kirin. Bi taybetî di nava 2 salên dawî de îşkence li pêş çavan weke rêbazeke rewa tê bikaranîn. Îşkenceya ku di dema "qedexeya derketina derve" û hewldana darbeyê de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kirin, li qenalên televîzyonan û medya civakî hatin weşandin û bi vî rengî hewl hate dayin ku tirs û xof bikeve dilê civakê. Herî dawî li Westanê, wêneyên sivîlên ku ji bo hevdana kuvarkan li herêmê bû lê bi rengekî hovane îşkence li wan hate kirin, di medyayê de hatin weşandin. Piştre derket holê, ku sivîlên navborî bêguneh in. Li Licê jî, di 19'ê Hezîranê de Osman Yalavûz li bexçeyê xwe hate birîndarkirin. Mesûr Yalavûz jî birin herêma operasyonê û xwestin winda bikin. Ev yek tenê çend mînak in ji bêperwatiya îşkenceyê. Bi wesîleya 26'ê Hezîranê roja piştgiriya bi mirovên Îşkence li wan hatiye kirin û têkoşîna li dijî îşkenceyê, Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Bariş Yavûz qala asta îşkenceyê kir.

'ÎŞKENCE LI TIRKIYEYÊ VEGUHERIYE ÇANDEKÊ'

Yavûz bibîr xist, ku di nava 5 mehên destpêkê yên salê de 121 kesan bi sedema ku îşkence li wan hatiye kirin serî li wan dane û anî ziman, ev yek li gorî rêjeya salên bihurî gelekî zêde ye. Yavûz diyar kir, li Tirkiyeyê bi salane tiştek nehatiye guhertin, îşkence her roj bi rengekî vekirî dewam dike û destnîşan kir, ku îşkence li Tirkiyeyê veguheriye çandekê. Yavûz got, "Em dibînin ku di vê demê de îşkence êdî bi rengekî bê şerm tê kirin. Îşkence qedexeyeke teqez e. Mafê azadî û ewlekariyê yên mirov dikare bê kêmkirin, lê belê îşkence bi her awayî qedexe ye. Ti îstîsnaya vê yekê nîne. Eger li welatekî tu hewl bide darbeyekê bike jî, nabe îşkence bê kirin. Lê ev saleke em ibînin ku mexdûrên îşkence dîtine, di ekranên televîzyonan de tên weşandin. Bi rêya vê yekê, desthilatdariya heyî îşkenceyê mayinde dike. Kirina îşkenceyê dide pejirandin, weke tiştekî ji rêzê û rewa nîşan dide. Halbûkî ne peymanên navneteweyî, ne jî qanûnên li Tirkiyeyê neguherîn. Hê jî li gorî van peyman û qanûnan îşkence qedexeyeke teqez e. Di rewşa heyî de atmosfereke welê afirandine, ku mîna 'îşkence dikare were kirin' nîşan didin."

Yavûz ragihand, di dema "qedexeya derketina derve" de bi qanûnên hatin derxistin re hikum hate danîn ku polîs û îşkence ancax bi destûra Serokwezaretiyê dikarin bê lêpirsîn û got, "Ev yek zirxekî ji bo pêşî li ceza were girtinbûn bû. Tişta ku otorîteya dewletê bi vê yekê bike, em êdî li nava kolanan dibînin. Li Sûrê di dema şer de me ev dît. Dewlet re li ber îşkenceyê vedike û bi tolerans nêz dibe. Dewlet vê yekê bi awayekî vekirî nabêje, lê bi qanûnê vê yekê dibêje, 'eger tu yekî bikuje ya jî birîndar bike, destûra lêpirsîna de di destê me de ye, tu bi rehetî tevbigere'."

HEJMARA SERLÊDANAN ZÊDE BÛ

Yavûz da zanîn, hejmara serlêdanên di vî warî de zêde bûye û anî ziman, di sala 2016'an de 165 serlêdan hatine kirin û 75 ji van di nava salê de îşkence li wan hatiye kirin. Yavûz ragihand, di 5 mehên destpêkê yên sala 2017'an de heta niha 121 serlêdan hatine kirin û ev rewşa tirsnak wan dixe nava tirs û fikaran. Yavûz destnîşan kir, ku di nava mexdûran de têgihiştina 'tu yê giliyê kê li cem kê bike' afiriye, ji ber nebûna meqamên serbixwe yê lêpirsînê hejmara serlêdanan kêm e û got, tevî her tiştî jî divê mexdûr zanibin îşkence qedexeyeke teqez e û lazim e serlêdanê bikin.

'ÎŞKENCE BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ KIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Yavûz diyar kir, li Tirkiyeyê rêveberiyeke li dijî peymanên navneteweyî li ser kar e û got, "Îşkence ne tenê li dijî kes, li hemberî koman tê kirin. Dewlet îşkenceyê weke polîtîkaya tepisandin û çavtirsandinê bi kar tîne. Di dema 'qedexeya derketina derve' de dewletê hin maf betal kir. Eşkere kiribû ku ew hin mafên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digirin, betal dike. Lê hûn nikarin xala 3. betal bikin. Îşkenceya ku di xala 3. de cih digire, qedexeyeke teqez e. Di dema şer û rewşa awarte de jî nabe ev xal bê betalkirin. Atmosfereke welê afirandin, ku mîna hatiye qedexekirin nîşan dan. Îşkence bi destê dewletê tê kirin û ev sûc tê kirin."

Yavûz herî dawî diyar kir, divê mirov bê tirs serlêdanê bike û li dijî îşkenceyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.