Îro li ser sofreya edaletê: Ger zilm hebe ew welat sererast nabe

Endamê Partiya Saadetê Mustafa Niyazi Yanmaz ê ku bû mêvanê sofreya edaletê ya ku ji aliyê malbata Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê hat danîn, got, "Eger edalet nebe, wê nifşên me yên siberojê jî bi tendirûst nebin… Divê edalet bi lez pêk were.”

Nobeta Edaletê ya di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parêzvan û xizmên Wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wî Ferît Şenyaşar ê ku ji komkujiyê sax filitîbû hatî destpê kirin di roja 403’emîn de dewam dike.

Dayik û kur ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin Edliyeya Rihayê, li qada ku lê nobetê digirin, fitara xwe vekirin. Serokatiya Bajarê Rihayê ya Partiya Saadetê bû mêvanê "Sofreya Edaletê" ya ku malbatê di roja 403. de li ber edliyeyê danî.

'PÊWÎSTE EDALET BÊ AVAKIRIN'

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê ya Rihayê Mûstafa Niyazî Yanmaz beriya fitarê derbarê têkoşîna edaletê ya malbatê de axivî û got, “Bang tê dayin, dema fitarê ye. Îstîsmara vê nabe. Ger li welatekî zilm hebe ew welat sererast nabe. Malbatek tarûmar bûye, zilm hatiye kirin, ferda wê malbatê dayika me di lêgerîna edaletê de ye. Ew ne torpîl û ne jî îmtiyazan dixwaze. Dixwaze edalet pêk were. Ev yek li ber çavê her kesî diqewime. Ji bo avakirin û bicihanîna edaletê bendeyê Xwedê tune. Zilmek wiha dibe qey? Dînê dewletê edalet e. Divê edalet bê avakirin. Bê edalet em nikarin çavên xwe vekin, nifşên me yên paşerojê bi tendirist nebin. Heger edalet tunebe li welêt neheqî wê pir zêde bibe, wê heqê bendê Xwedê zêde be. Divê edalet bi lez bê avakirin."

Piştî dayina bangê fitar bi duayên ji bo "Edaletê" hate kirin.