Îranê li sînorê Bazîdê ciwanek qetil kir

Pasdarên Îranê li sînorê Belasor gule li bazirganan reşand; ciwanê bi navê Haşem Tîlaver hate kuştin.

Li gundê Belasor ê navçeya Bazîd a Agiriyê ku li ser sînorê Tirkiye-Îranê ye, leşkerên Îranê gule li bazirganan reşand.

Leşkerên Îranê gule li ciwanên ku dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin reşand. Di êrîşê de Haşem Tilaver bi giranî birîndar bû. Tîlaver demeke dirêj birîndar bû piştre bi ambûlansa ku ji bajarê Qelenî yê Îranê hatî, birîn nexweşxaneyê.

HINEK KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Şahidên bûyerê ragihandin ku ambulans bi saetan dereng hat, piştî ku Tîlaver li ambûlansê kirin ambulans vê carê rêya xwe şaş çûye nuqteyek din û piştî saetan gihiştiye nexweşxaneyê. Hate diyar kirin ku Tîlaver di rê de miriye, ciwanên bi navê Yûnûs Tîlaver, Samet Tîlaver, Yûsûf Yîgît û Nevzat Yîgît ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine destgîrkirin.

CENAZE WÊ SIBÊ WERE GIRTIN

Cenazeyê Tîlaver li bajarê Qelenî yê Îranê tê hiştin û 4 kesên din jî hê destgîrkirine. Gundiyan piştî bûyerê bi rayedarên Îranê re civiyan û daxwaza cenaze kirin. Li ser vê rayedarên Îranê ragihandin ku wê cenaze sibê bidin wan. Tê payîn ku Malbata Tîlaver sibê biçe ser sînorê Îranê û cenaze bigre.

MALBAT: LI WAN REŞANDIN

Malbata Tîlaver ragihandin ku dema ciwanan dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin bêyî ku bibêjin “raweste” li ciwanan hatiye reşandin.