Îranê kolberek din qetil kir
Li bajarê Kîrmanşahê di êrîşa hêzên Îranê de, kolberek hat qetilkirin.
Li bajarê Kîrmanşahê di êrîşa hêzên Îranê de, kolberek hat qetilkirin.
Îro di saetê sibehê de hêzên Îranê li ser sînorê Newsûd-Kîrmanşahê êrîşê komek kolberan kir. Di êrîşê de kolberek hat qetilkirin û du kolber jî birîndar bûn.
Hate zanîn ku kolberê jiyana xwe ji dest daye 32 salî ye û navê wî Îsmaîl Ebdî ye.