Îranê careke din dest avêt werîsê sêdarê: Kurdekî din îdam kir

Hat ragihandin, rejîma Îranê, girtiyê siyasî yê Kurd Mûrteza Rahmanî îdam kir.

Rejîma Îranê, danê vê sibehê girtiyê siyasî yê Kurd Mûrteza Rahmanî (26) îdam kir. Li gorî agahiyên ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan HRANA ve hatin dayin, Rahmanî ku sala 2011'an bi îdîaya endametiya partiyeke Rojhilat hate girtin, danê vê sibehê li Girtîgeha Navendî ya Sinê hatiye îdamkirin.

HRANA diyar kir, bi îdîaya "Dijminatiya li Xwedê" û "Du endamên pastaran kuştiye" 3 caran cezayê îdamê li Rahmanî hatiye birîn, lê belê di lêkolîn, lêpirsîn û dema darizandina wî de ti delîlekî berbiçav nehatiye peydakirin. HRANA da zanîn, ku lêpirsîn û darizandina Rahmanî bi rengekî veşartî hatine kirin.

Mûrteza Rahmanî yê 26 salî, ku li gundê Tileko yê bajarê Kamyaran ê eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, sala 2011'an hatibû girtin û sala 2013'an jî cezayê îdamê lê hatibû birrîn.