Îranê bombe li çiyayê Helgûrtê barand

Artêşa Îranê, danê vê sibehê bombe li çiyayê Helgûrtê barand. Tê gotin, ji ber vê êrîşê çend ji pêşmergeyên PDK-Î jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Îranê bombe li çiyayê Helgûrtê barand, ku ev çiya li ser sînorê herêma Çomanê ya Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ye. Hat ragihandin, ji ber vê bomberdûmana bi tankan hate kirin, çend ji pêşmergeyên PDK-Î jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, êrîş li hemberî gundekî hatiye kirin û jineke derketibû zozanan jî birîndar bûye. Tê gotin, balafirên keşfê yên Îranê li ser herêmê digerin.

Cihê ku hêzên Îranê topbaran û bomberdûman lê kir, herêmeke ku komên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Kedkarên Kurdistanê (Zehmetkêşan) hene.

Li ser mijarê, hê ti rêxistineke Kurdan daxuyanî nedaye.