Îran ya wê demokratîk bibe ya jî bibe mîna Sûriyeyê

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moûnî diyar kir, ku li pêşiya Îranê du rê hene û got, ya wê xwe bi rengekî demokratîk biguherîne, ya jî wê mîna Sûriye û Iraqê lê bê.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moûnî destnîşan kir, ku bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan re ew ê karibin bi rengekî serketî ji nava krîzan derkevin.

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moûnî, li ser krîzên siyasî û leşkerî yên li erdnîgariya Rojhilata Navîn û mijara yekîtiya Kurdan bersiv da pirsên ANF'ê. Moûnî destnîşan kir, ku di pêvajoyeke welê de ne, ku krîz û kaosên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û sîstemî girantir dibin. Siyamend Moûnî diyar kir, di pêvajoyeke bi vî rengî de gelekî girîng e ku gelê Kurd li dora daxwazên xwe bi stratejiyeke hevpar derkeve pêşberî raya giştî ya cîhanê û anî ziman, ji bo vê jî yekîtiya neteweyî zarûrî ye.

BÊ ŞERT PIŞTGIRIYÊ DIDIN YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Moûnî ragihand, ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û destnîşankirina stratejiyeke hevpar ew amade ne bi her awayî destekê bidin û wiha dewam kir: "Weke partiyeke ku li Rojhilatê Kurdistanê tê dikoşe, em konfederalîzma demokratîk weke projeyeke ku hemû gel û hêz dikarin xwe lê îfade bikin û bibin xwedî mafê xwe, pêşniyar dikin. Em pêşniyar dikin, ku li dijî dîktatorî û dagirkeriyê, li dora paradîgmaya civaka demokratîk têbikoşin. Ji bo partî û hêzên li Rojhilata Navîn di xalên hevpar de li hev bicivin, m ehin hevdîtin kir. Niha KNK vî karî hê bi berfirehî dimeşîne. Ji aliyê xwe ve, em amade ne ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Ji ber ku em hemfikirin, pêwîstiya civaka Kurdistanê bi dengekî hevpar heye."

JI BO ROJHILATÊ KURDISTANÊ GIRÎNGTIR E

Moûnî destnîşan kir, xebatên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî, ji bo gelemperiya Kurdistanê firsendeke mezin e û got, "Ji ber ku rewşa civaka li çar parçeyên Kurdistanê de di nav de ye, yekîtiyê ferz dike. Ev kar ji bo Rojhilatê Kurdistanê girîngtir e. Di vê rewşa krîtîk de lazim e nêzîkatiyên partiyî û şexsî deynin aliyekî û di çarçoveya neteweyî de ev mijar were nirxandin. Bi gaveke şoreşgerî, azadîparêzî, demokratîk û wekheviyê em dikarin pêşwazî li krîzê bikin."

DAXWAZA PJAK'Ê GUHERÎNA DEMOKRATÎK E

Moûnî diyar kir, dema ew li mijarên; rêveberiya nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), serdema ku bi krîza Kendavê re dest pê kiriye û asta şerê li Iraq û Sûriyeyê dinerin, dibînin ku bivê nevê guhertinên nû li pêşiya Îranê ne û destnîşan kir, navenda krîza li herêmê erdnîgariya Kurdistanê ye. Hevserokê PJAK'ê da zanîn, çi zû çi jî dereng ev yek wê bandorê li Îranê jî bike û destnîşan kir ku li pêşiya Îranê du rê hene;

* Ya wê li Rojhilat û tevahiya Îranê guherîna demokratîk esas bigire
* Ya jî wê mîna Sûriye û Iraqê li Îranê were

Moûnî diyar kir, tercîha duyemîn wê ji bo gelên Îranî felaketek be û got, daxwaza PJAK'ê tercîha yekemîn; guherîn û veguherîna demokratîk a Îranê ye.

PJAK JI AWAYÎ AMADE YE

Ji bo pirsa "Hûn ji her du rewşan re amade ye?" Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moûnî got, "Bêguman daxwaza me guherîna demokratîk e. Eger ev nebe, wê Kurdistan xwe biparêze. Ji bo vê jî hêz û tecrûbeya me bi têra xwe heye. Bila gumana kesî nebe; em ê gel û welatê xwe biparêzin. Ji bo vê jî bi her awayî em xwe amade dikin."