Îran kolberan qetil dike

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gule li kolberan reşandin. Li vê derê kolberek qetil kirin û 2 jê jî birîndar bûn.

Li qada Dolebî ya bajarê Baneyê ya Eyaleta Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê gule li kolberan reşandin.

Di êrîşa rejîmê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn. Hat diyarkirin kolberê ku jiyana xwe ji dest daye Îbrahîm Mehmûde ye û ji gundê Taşan ê Baneyê ye. Li ser nasnameya kolberên birîndar agahî bi dest neket.

Tê gotin, hêzên rejîmê 3 hespên kolberan jî kuştine û dest danîn ser barê kolberan.